Hewlêr (Rûdaw) - Li Îsraîlê biryar hat dayîn ku hilbijartinên giştî 27ê Çiriya Pêşîn werin kirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Yedioth Ahronotê, Serokê Komîteya Rêkxistinê ya Parlamentoya Îsraîlê Ofir Katz îro daxuyaniyek daye.
Ofir Katz di rûniştina komîteyê de ragihandiye ku biryar hatiye dayîn 17ê Tîrmehê erkê parlamentoyê biqede û hilbijartinên giştî jî 27ê Çiriya Pêşîn werin kirin.
Di nûçeyê de hatiye destnîşankirin ku bi temambûna dema erkê hikûmeta rastgir a tund a Îsraîlê re, dê ji sala 1988an ve cara pêşî hilbijartin di dema xwe de werin kirin.
Dema erkê hikûmetê diqede
Şêwirmendê Hiqûqî yê Parlamentoya Îsraîlê Sagit Afik, di dema rûniştinê de diyar kir ku bi vê biryarê re parlamento dê demê erkê xwe temam bike.
Hikûmeta bi serokatiya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya ku wekî hikûmeta herî rastgir a dîroka welêt tê binavkirin, 29ê Kanûna Pêşîn a 2022yan bi awayekî fermî dest bi kar kiribû.


.jpg&w=3840&q=75)