Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîna Rojeva Dengderan a Hezîrana 2026an a ku ji aliyê Şirketa Lêkolînê ya ANK-ARê ve hatiye kirin, nîşan dide ku li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê pirsgirêka herî mezin a welatiyan aborî ye.
Li gorî rapirsiyê, ji sedî 83,4ê dengderan wiha difikirin ku aborî xerab tê birêvebirin.
Di heman demê de ji sedî 56,5ê beşdaran xwestiye ku hilbijartina pêşwext were kirin.
Li ser pêvajoya çareseriyê jî, ji sedî 43,9ê beşdaran gotiye ku ew bawer nakin di dawiya pêvajoyê de Pirsgirêka Kurdan çareser bibe.
Tenê ji sedî 26,7ê wan diyar kiriye ku baweriya wan bi vê yekê heye.
"Lêkolîna Rojeva Dengderan a Hezîrana 2026an" di navbera 26-28ê Hezîranê de ji aliyê Şirketa Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya ANK-ARê ve hate kirin.
Vê lêkolînê meyl û nerînên dengderan ên li ser siyaset, aborî û senaryoyên hilbijartinê eşkere kir.
Lêkolîn bi awayê rûbirû li gel 2 hezar û 4 kesên ku temenê wan ji 18 salî mezintir e hat pêkanîn.
Rêjeya şaşiyê ya vê lêkolînê jî ji sedî 2,19 hatiye hesabkirin.
Encamên lêkolînê nîşan didin ku aloziyên aborî di rojeva sereke ya hilbijêran de ne.
Her wiha daxwaza hilbijartina pêşwext ji aliyê piraniya civakê ve tê piştgirîkirin.
Ji sedî 83,4ê beşdaran destnîşan kiriye ku aboriya Tirkiyeyê xerab tê birêvebirin.
Rêjeya kesên ku dibêjin aborî baş tê birêvebirin tenê ji sedî 11,8 e.
Li gorî rapirsiyê, ev tabloya reşbîn a li ser aboriyê bandor li hêviyên paşerojê jî kiriye.
Ji sedî 57,6ê beşdaran diyar dikin ku ew dê di sê mehên bê de di jiyana xwe de rûbirûyî zehmetiyên aborî bibin.
Tenê ji sedî 36,5ê wan gotiye ku bendewariyeke wan a wiha nîne.
Li ser birêvebirina giştî ya Tirkiyeyê jî nerînên neyînî zêde bûne.
Ji sedî 39,7ê beşdaran gotiye ku welat "gelekî xerab" tê birêvebirin, ji sedî 23,9ê wan jî gotiye "xerab" tê birêvebirin.
Bi vî awayî, rêjeya kesên ku dibêjin hikûmet welêt xerab birêve dibe gihîşte ji sedî 63,6an.
Rêjeya giştî ya kesên ku dibêjin welat baş tê birêvebirin jî ji sedî 29,5 e.
Piraniya dengderan hilbijartina pêşwext dixwazin
Di rapirsiyê de pirsa “Gelo divê hilbijartina pêşwext were kirin?” jî ji dengderan hatiye kirin.
Ji sedî 56,5ê beşdaran bersiva “belê” daye û ji sedî 34,1ê wan jî li dijî hilbijartina pêşwext derketine. Rêjeya kesên bêbiryar jî ji sedî 9,4 bûye.
Di lêkolînê de tê dîtin ku daxwaza hilbijartina pêşwext bi taybetî di nav dengderên CHP, ÎYÎ Partî û Partiya Zaferê de gelekî bilind e.
Li gel vê, di nav dengderên AK Partî û DEM Partiyê de bersiva “nexêr” zêdetir bûye.
Eger Ozel partiyekê ava bike, dengên CHPyê dadikevin ji sedî 4ê
Di rapirsiyê de li gorî senaryoyên cuda yên birêvebiriya CHPyê, tercîhên hilbijartina parlamenteriyê jî hatine pîvan.
Piştî belavkirina kesên bêbiryar, eger Ozgur Ozel wekî Serokê Giştî yê CHPyê bimîne, rêjeya dengên CHPyê ji sedî 34,8 e.
Di vê senaryoyê de AK Partî bi ji sedî 27,5an di rêza duyem de ye. Her wiha DEM Partî ji sedî 9,3, MHP ji sedî 8,2 û ÎYÎ Partî jî ji sedî 5,3ê dengan distîne.
Lê di senaryoya ku Kemal Kiliçdaroglu dibe serokê giştî de, ev tablo bi temamî diguhere.
Di wê rewşê de AK Partî bi ji sedî 30,9an derbasî rêza yekem dibe. DEM Partî ji sedî 13,5, CHPyê ji sedî 13,1 û ÎYÎ Partî jî di asta ji sedî 13an de dimîne.
Li gorî lêkolînê, di vê senaryoyê de rêjeya dengderên bêbiryar derdikeve ji sedî 25,9an.
Yek ji encamên herî balkêş jî senaryoya avakirina partiyeke nû ya siyasî ji aliyê Ozgur Ozel ve ye.
Di vê rewşê de û piştî belavkirina kesên bêbiryar, rêjeya dengên partiya nû digihîje ji sedî 34an. Lê AK Partî di ji sedî 27,3, MHP ji sedî 7,8, DEM Partî ji sedî 7,7, ÎYÎ Partî ji sedî 5 û CHPyê jî di ji sedî 4,1ê de dimîne.
Di pêşbaziya serokkomariyê de mixalefet li pêş e
Di lêkolînê de li ser hilbijartina serokkomariyê sê senaryoyên cuda ji dengderan hatine pirsîn.
Di senaryoya ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê girtî Ekrem Îmamoglu û Serokkomar Recep Tayyip Erdogan dikevin pêşbirkê de, Îmamoglu ji sedî 44,6 û Erdogan jî ji sedî 35,8ê dengan distîne.
Di senaryoya ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş dibe namzed de, cudahî hîn zêdetir dibe. Yavaş ji sedî 46,2 û Erdogan ji sedî 32,4 piştgiriyê dibîne.
Di senaryoya ku Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel dibe namzed de jî, rêjeya dengên Ozel ji sedî 42,4 û yên Erdogan jî ji sedî 37,6 e. Di her sê senaryoyan de jî tê dîtin ku namzedên mixalefetê li pêşiya Erdogan in.
Biryara Betalkirina Mutleq piştgiriyê nabîne
Di rapirsiyê de nîqaşên “betalkirina mutleq” ên derbarê kongreya CHPyê de jî ji dengderan hatine pirsîn.
Ji sedî 58,5ê beşdaran dibêje ku ew biryara li dijî CHPyê napejirînin.
Ji sedî 25,8ê wan jî gotiye ku ew vê biryarê erê dikin. Rêjeya kesên bêbiryar jî ji sedî 15,7 bûye.
Li aliyê din, li ser pirsa “Divê Ozgur Ozel û hevalên xwe çi bikin?”, ji sedî 39,6ê beşdaran bersiva “divê partiyeke nû ya siyasî ava bikin” û ji sedî 24,2ê wan jî bersiva “divê di nav CHPyê de têkoşîna xwe bidomînin” daye.
Operasyonên li ser şaredariyan wekî siyasî tên dîtin
Mijara operasyonên li dijî şaredariyên CHPyê jî di rapirsiyê de cih girt.
Ji sedî 52,8ê beşdaran anî ziman ku ev operasyon "siyasî" ne.
Ji sedî 37,5ê wan jî diyar kir ku ew van operasyonan di çarçoveya têkoşîna li dijî gendelî û bertîlê de mafdar dibînin.
Li ser pêvajoya çareseriyê bêbawerî heye
Di lêkolînê de pêvajoya çareseriyê jî ji dengderan hatiye pirsîn.
Ji sedî 43,9ê beşdaran gotiye ku ew bawer nakin di dawiya pêvajoyê de Pirsgirêka Kurdan çareser bibe.
Lê ji sedî 26,7ê wan gotiye ku baweriya wan bi vê yekê heye.
Her wiha, ji sedî 20,1ê beşdaran jî gotiye "Pirsgirêkeke bi navê Pirsgirêka Kurdan nîne."



