Hewlêr (Rûdaw) - Lûtkeya 36emîn a Serokên NATOyê îro li Enqereyê dest pê dike û dê du rojan biajo.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di nav de, serokên dewlet û hikûmetan ên 32 welatên endamên NATOyê beşdarî lûtkeyê dibin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte dê lûtkeyê bi rê ve bibe.
Di lûtkeyê de şerê Ukraynayê, lêçûnên parastinê, hevkariya pîşesaziya parastinê û paşeroja hevpeymaniyê dê werin gotûbêjkirin.
Yek ji xalên herî girîng ên lûtkeyê lêçûnên parastinê ne.
Welatên hevpeyman soz didin ku heta sala 2035an ji sedî 5ê berhema xwe ya navxweyî ji bo parastinê veqetînin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte beriya lûtkeyê li Enqereyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Rutte diyar kir ku ew di vê çarçoveyê de ji hevpeymanan li benda planên "zelal, şênber û pêbawer" in.
Mark Rutte her wiha eşkere kir ku dê îro Foruma Pîşesaziya Parastinê ya NATOyê were lidarxistin.
Rutte destnîşan kir ku dê di forumê de peymanên nû yên bi milyaran dolaran werin ragihandin û ev peyman dê şiyana parastin û rûbirûbûnê xurt bikin.
Piştgiriya ji bo Ukraynayê
Şerê Rûsya û Ukraynayê jî yek ji mijarên sereke yên lûtkeyê ye.
Tê çaverêkirin ku serok li ser berdewamkirina piştgiriya leşkerî û siyasî ya ji bo Ukraynayê biaxivin.
Her wiha dê pêdiviyên pergalên parastina asmanî jî werin nirxandin.
Rutte anî zimên ku divê hemû hevpeyman di vê mijarê de berpirsyariyê hilgirin.
Rutte ragihand ku Çîn, Koreya Bakur û Îran di vî şerî de piştgiriyê didin Rûsyayê.
Nûnera Bilind a Siyaseta Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê bal kişand ser girîngiya lûtkeyê.
Kallasê daxuyand, "Ji bo her lûtkeyê tê gotin ku dîrokî ye lê vê carê bi rastî jî wisa ye."
Rola ewlehiyê ya Amerîkayê ya li Ewropayê hîn jî ne diyar e. Ewropa di yekê ji serdemên xwe yên herî krîtîk ên ewlehiyê de derbas dibe.
Li gorî pisporan, dibe ku di vê pêvajoyê de ji lûtkeya li Enqereyê biryarên girîng derkevin.
Li hêla din, ji xeynî serokên 32 welatên endamên NATOyê, dê nêzîkî 100 wezîr jî beşdarî lûtkeyê bibin.
Her wiha gelek dîplomatên pilebilind û nûnerên saziyên navneteweyî jî dê li Enqereyê bin.
Ji ber lûtkeyê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê hatine standin.

.jpg&w=3840&q=75)

