Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kuşadasiyê ya parêzgeha Aydinê ya Tirkiyeyê 12 kes li ber pêlên deryayê çûn û ji wan 3 kes mirin.
Li gorî agahiyan, li plajê xelkê ku dît hinek kes li ber pêlan diçin û wan agahî da Navenda Tenduristiyê ya 112an.
Piştî agahdarkirinê polîs, tîmên tenduristiyê û Fermandariya Ewlehiya Peravan çûn herêmê.
Hinek ji wan kesên ku di nav avê de bûn ji aliyê welatî û tîman ve hatin rizgarkirin.
Her 12 kesên ku derxistin peravê piştî midaxeleya pêşî bi ambulansan birin nexweşxaneyên cuda lê ji wan 12 kesan rewşa 3 kesan giran bû.
Dursun Marmara (79), Mahmut Oz (67) û Îlkay Ozcan (54) salî jî li nexweşxaneyê mirin.


