Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê û pêşwaziya ji aliyê berpirsên herî bilind ên Îranê ve, nîşana pêgeh û bandora Herêma Kurdistanê ye.
Dilşad Şehab li Hewlêrê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.
Wî diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan beşdarî merasîma birêkirina li termê Elî Xaminêyî bûye.
Dilşad Şehab eşkere kir ku Serok Mesûd Barzanî bi nameyekê sersazî ji Serokkomarê Îranê re xwestiye û piştgiriya xwe ji bo gelê Îranê nîşan daye û got:
"Serokê Herêma Kurdistanê îro wekî Serokê Herêmê û wekî nûnerê Serok Mesûd Barzanî beşdarî merasîman bû."
Berdevkê Serokatiyê li ser naveroka civînên Barzanî yên li gel Mesûd Pizîşkiyan, Mihemed Baqir Qalîbaf û Ebas Eraqçî agahî dan.
Helwesta bêalî a Herêma Kurdistanê
Şehab destnîşan kir ku di civînan de behsa helwesta bêalî a Herêma Kurdistanê ya di aloziyên herêmê de hatiye kirin.
Wî anî zimên ku Nêçîrvan Barzanî di dema şer de û niha jî her tim gotiye ku pirsgirêkên herêmê bi şer û çekan çareser nabin û li pey çû:
"Nêçîrvan Barzanî ducare kir ku em ti carî nebûne piştgirê şer û baweriya me ev e ku şer van pirsgirêkan çareser nake."
Li gorî gotina Şehab, hemû aliyên peywendîdar ên li herêmê rêzê li vê helwesta Herêma Kurdistanê digirin.
Dan û standinên Amerîka û Îranê
Dilşad Şehab diyar kir ku mijareke din a civînan, dan û standinên di navbera Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê de bûn.
Nêçîrvan Barzanî di civînan de piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo vê rêya dîplomatîk diyar kiriye da ku gelên herêmê êdî ji ber aloziyan êş û azaran nekişînin.
"Herêma Kurdistanê nabe çavkaniya metirsiyê"
Dilşad Şehab ragihand ku di civînan de li ser bihevrejiyana gelan û aramiyê hatiye şêwirîn û got:
"Herêma Kurdistanê nebûye û nabe çavkaniya metirsiyê ji bo ti cîranê xwe. Me ev yek berê bi pratîk îsbat kiriye.
Baweriya me ev e ku bihevrejiyana gelên vê herêmê tenê rêya aramiyê ye da ku her kes bi aştî bijî."
Berdevkê Serokatiyê destnîşan kir ku berpirsên Îranê gelekî mijûl bûn lê wan Nêçîrvan Barzanî bi germî pêşwazî kir ku ev yek nîşana pêgeha Herêma Kurdistanê û rola bibandor a Nêçîrvan Barzanî ye.
Pêwendiyên Hewlêr û Tehranê
Dilşad Şehab li ser pêwendiyên bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re jî got ku pêwendiyên wan ên baş her tim hene.
Şehab diyar kir ku siyaseta Nêçîrvan Barzanî li ser bingeha aramî û parastina pêwendiyan e û ev siyaset naguhere û xwe lê berda:
"Em gelê vê herêmê ne û em ê her tim cîranê hev bin. Rêya herî rast ew e ku em pêwendiyên xwe bi hev re bi pêş bixin."

.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)