Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û birêvebirê pilebilind ê YNKyê Derbaz Kosret Resûl, li Enqereya paytexta Tirkiyeyê li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan civiyan.
Di civînê de, mijarên stratejîk ên wekî “pêvajoya çareseriyê û xebatên ji bo avakirina hikûmetê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê” hatin gotûbêjkirin.
Talebanî rojeva civînê eşkere kir
Qubad Talebanî hûrgiliyên civînê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandin.
Talebanî di parvekirina xwe de cih da van gotinan:
“Di civînê de, pêvajoya çareseriyê ya di navbera Tirkiye û PKKyê de û gavên ji bo derbaskirina astengiyên li ber avakirina hikûmeta nû ya Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.”
.jpg&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)