Hewlêr (Rûdaw) - Amadekariyên yasaya taybet a derbarê pêvajoya çareseriyê de ber bi qonaxa dawî ve diçin.
Hikûmeta AK Partiyê ragihand ku reşnivîsa yasayê amade ye lê pêşkêşkirina wê ya ji bo Parlamentoya Tirkiyeyê bi "gavên berbiçav ên PKKyê" ve girêdayî ye.
Li gorî hûrguliyên ku derketine holê, di yasayê de "efû" yan jî "mafê hêviyê" ji bo nûner û birêvebirên Qendîlê tune ye û ew li derveyî vê çarçoveyê ne.
Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hemû çav li ser meha Tîrmehê ne da ku bingeha yasayî ya pêvajoyê were avakirin.
Rayedarên AK Partiyê ji ajansa ANKAyê axivîn û destnîşan kir ku ji bo derketina yasayê, divê PKK gavên mezintir biavêje.
Çavkaniyên AK Partiyê li ser salnameya yasayê diyar kir:
"Em dixwazin berî girtina parlamentoyê vî karî biqedînin, lê ev tenê bi daxwaza me nabe.
Divê aliyê din yek-du pêngavên mezin biavêje. Heta ku şikeftên mezin û çekên giran radest nekin, nabe.
Yasaya me amade ye; dema ew radest bikin, roja din em dê yasayê ji Parlamentoyê derxin.
Heta ku ala me li Qendîlê neyê çikandin, ev pêvajo bi dawî nabe."
Di reşnivîsa yasayê de çi hene?
Li gorî hûrguliyên ku ji kûlîsên Enqereyê derketine, ev yasa dê bibe yasayeke "serbixwe û demkî".
Di reşnivîsa wê de ev xalên krîtîk balê dikişînin:
Pênaseya Rêxistinê: Tenê ji bo PKKyê dê pênaseya "rêxistina fesixbûyî" were kirin.
Dabeşkirina li gorî sûcan: Endamên rêxistinê dê li gorî asta erk û sûcên xwe (birêvebirên jor, navîn, jêr; yên tevlî tawanbûnan bûne û yên nebûne) bi ser çend kategoriyan de dabeş bibin.
Efû û Mafê Hêviyê tune ne: Rayedarên AK Partiyê tekez dikin ku di yasayê de qet qala "efûyê" nayê kirin. Her wiha "mafê hêviyê" yê ku ji bo girtiyan tê daxwazkirin, di reşnivîsê de cih nagire.
Birêvebirên Qendîlê: Tê pêşbînîkirin ku birêvebirên asta bilind ên PKKyê neyên Tirkiyeyê û herin welatên sêyem. Eger neyên Tirkiyeyê, dê darizandineke nû li ser wan neyê kirin lê dê bêne şopandin.
Veger û Darizandin: Kesên vegerin Tirkiyeyê, dê li gorî hiqûqa heyî werin darizandin. Ji bo yên ku tevlî tawanan nebûne, dê xala "poşmaniya çalak" were bicihanîn. Ji bo yên din jî mekanîzmayên wekî "berdana bi merc" û "kontrola dadî" di rojevê de ne. Tê plankirin ku ew kesên di girtîgehê de ne û tenê ji ber sûcê endamtiya rêxistinê mehkûm bûne jî, di çarçoveya yasaya çarçove de werin berdan.
Bernameyên entegrasyona civakî û hejmara gerîlayan
Di yasayê de tê plankirin ku bi hevkariya zanîngeh û saziyên civaka sivîl, "bernameyên tevlîbûna civakî" werin amadekirin da ku yên vedigerin hêsantir tevlî jiyana asayî bibin.
Li gorî amarên ku berpirsên AK Partiyê didin, niha li Rojhilatê Kurdistanê derdora 950 kesî û li Başûrê Kurdistanê jî nêzîkî hezar kesî, bi giştî derdora 6 hezar endamên PKKyê hene.
Tê pêşbînîkirin ku di qonaxa destpêkê de di navbera 3 heta 5 hezar kesî de vegerin Tirkiyeyê.



