Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku ew bi şandeyeke rayedarên Îraqî re civiyaye û wan li ser bipêşxistina hevkariya di warên petrol, gaza xwezayî û elektrîkê de gotûbêj kiriye.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
Alparslan Bayraktar da zanîn ku wî li avahiya wezaretê şandeyeke Îraqê pêşwazî kiriye û pê re civiyaye.
Ev şande ji Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Mihemed Husên Behr Ulum, Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îraqê Nasir Ezîz Cebar û Balyozê Îraqê yê li Enqereyê Macîd Lexmawî pêk dihat.
"Mijara sereke xeta boriyê ye"
Bayraktar di daxuyaniya xwe de qala naveroka civînê kir û got:
“Di serî de Xeta Boriyê ya Petrola Îraq-Tirkiyeyê, me li ser derfetên hevkariyê yên nû û berfireh ên di warên petrol, gaza xwezayî û elektrîkê de gotûbêj kir."
Rêya Bipêşketinê
Alparslan Bayraktar bal kişand ser Projeya Rêya Bipêşketinê û wiha axivî:
"Em wekî Tirkiyeyê, Rêya Bipêşketinê ne tenê wekî korîdoreke veguhastinê dibînin. Ev proje dê di heman demê de bibe rêyeke stratejîk a enerjiyê.
Dê ev rê ewlehiya dabînkirina enerjiyê ya herêma me xurt bike û piştgiriyê bide bazirganiya enerjiyê."
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê tekezî li ser berdewamiya hevkarî û hevahengiya bi Îraqê re ya di warê enerjiyê de kir û got:
“Em dê di çarçoveya vê vîzyonê de, bi hevkariyeke nêzîk bi Hikûmeta Îraqê re tevbigerin da ku binesaziya heyî bi awayekî bibandortir bi kar bînin. Her wiha em dê piştgiriyê bidin vê yekê.”



