Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Birêvebiriya Navendî ya DEM Partiyê ji bo gotûbêjkirina pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê civiya.
Di civînê de mijara sereke amadehiyên li ser yasaya taybet a bi pêvajoya çareseriyê ye û tê pêşbînîkirin ku ev yasa di nava mehê de bikeve rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê.
Desteya Birêvebiriya Navendî ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li navenda giştî ya partiyê ya li Enqereyê civiya.
Li gorî agahiyan, rojeva herî germ a civînê pêvajoya çareseriyê û gavên yasayî yên li ser pêvajoyê ne.
Hat ragihandin ku DEM Partî dê li ser wê reşnivîsa yasayê ku dê ji bo Parlamentoyê were şandin lê heta niha ji wan re nehatiye pêşkêşkirin, nirxandinan bike.
Encamên mîtîngan û azadiya Ocalan
Mijareke din a giring a civînê, encamên "Mîtîngên Azadiyê" ne ku dawiya hefteyê li Amed, Wan, Stenbol û Mêrsînê ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatibûn lidarxistin.
Desteya Birêvebiriya Navendî ya DEM Partiyê dê helwesta dengdêr û alîgirên wan a di van mîtîngan de û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan binirxîne ku nexşerêya xwe ya siyasî diyar bike.
Her wiha hat ragihandin ku DEM Partî di civînê de salnameya konferans û kongreya mezin a partiyê ya ku biryar e meha Îlonê were lidarxistin jî gotûbêj kiriye.



