Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê îsal dîsa hejmareke zêde ya xelkê ji bo ku xwe ji germa bajêr rizgar bikin, berê xwe didin cihên neguncav ên deryayê.
Bi taybetî derdora Tengava Stenbolê ku ji bo avjeniyê neguncav e û qedexe ye jî, dîsa bûye wekî beravên Antalyayê.
Gelek kes ji ber nebûna derfetên betlaneyê û cihên geştê, li ser zinarên beravê di bin siya keştî û gemiyan de xwe bera nav deryayê didin.
Bilindbûna pileya germê û xumama zêde li Stenbolê xelkê gelekî aciz dike.
Beravên deryayê ji bo hezaran kesan bûne cihê xwehênikkirinê.
Teht û zinar jî nabin asteng ku xelk li cihên neguncav melevaniyê neke.
Yek ji wan melevanan jî kalemêrek e. Ew dibêje ku ew 60 sal in bê rawestan tê ber vê dîmena xweşik a Stenbolê û rojane dikeve deryayê.
Ev rewş ji bo wî ew qasî normal bûye ku wî bi kon, çay û pêdiviyên xwe yên rojane li vir barê xwe daniye.
Tengava Stenbolê bûye plaja belaş
Welatiyê bi navê Îlhan Karabucek got, “Ez her tiştê xwe hildigirim û bi motora xwe têm vir.
Min li vir ji xwe re pergalek daniye. Hevalên min tên, em rûdinin, vedixwin, dixwin û sohbet dikin.
Em roja xwe wiha derbas dikin. Ev av helbet bi xeter e. Gerav hene, herka avê heye û gêre hene.
Ji bo kesên ku avjeniyê dizanin pirsgirêk nîne. Helbet em gelek kesan ji mirinê rizgar dikin.”
Pileya germê di van rojan de li Stenbolê gihîştiye ser 30 pileyî.
Plaj û cihên guncav ên melevaniyê ji navendê dûr in û yên nêzîk jî bi pere ne. Ji ber vê yekê derdora tengavê bûye plaja belaş.
Herka tengavê zêde ye, keştî li pey hev di ber wan re derbas dibin û ev der qet guncav nîne.
Li vir gelek rûdanên xeniqînê çêdibin lê ti metirsî nabin rêgir ku xelk ji ber germê xwe neavêje nav van avan.
"Her der bûye bi pere"
Welatiyê bi navê Osman Înanç got, “Ez xelkê Amedê, navçeya Farqînê me. Ev 20 sal in ez li vir im
Em gelekî tên li vir dikevin avê lê îro pir zehmet e. Em jî dixwazin herin cihên xweş û bêxeter lê her der bûye bi pere.
Her der mesref e û hêza me tenê digihîje vir. Me zarokên xwe anîn û me got bila hinekî bikevin avê.”
Welatiyê bi navê Weysel jî got,“Ez rojane 5-6 demjimêran li vir dimînim û paşê diçim.
Em li vir li otobusê siwar dibin û li ber deriyê xwe peya dibin.”
Zêdetirî 5 hezar kes hatin rizgarkirin
Parêzgeriya Stenbolê îsal dîsa bi hezaran kes wekî tîmên hawarçûnê erkdar kirine.
Ev biryar ji ber wê yekê hat dayîn ku sala borî zêdetirî 5 hezar kesan li van beravan ji mirinê hatin rizgarkirin.
Her wiha nêzîkî du sed kesan li derdora Stenbolê di deryayê de xeniqîn.
Lê xeterî çi dibe bila bibe, germahiya zêde zora xelkê dibe û qedexe jî nikarin rê li ber vê tabloyê bigirin.


