Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li ser pêvajoya çareseriyê got, "Şert e ku Tirkiye vê gavê biavêje."
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş têkildarî pêvajoya çareseriyê daxuyanî dan.
Kurtulmuş diyar kir ku divê ev karê xêrê yê destpêkirî di demeke kurt de bi dawî bibe û got:
"Ez hêvî dikim ku di demeke gelekî kurt de amadekariyên yasayî jî temam bibin. Dê pêşî werin komîsyonan û paşê jî werin Lijneya Giştî.
Tiştê sereke ew e ku ev karê xêrê yê ku dest pê kiriye di demeke herî kurt de û bi awayekî herî bi xêr bi dawî bibe.
Êdî ji niha û pê ve divê ev kar bêyî xemsariyê û bêyî derengxistinê were kirin.
Divê qet ti hûrgiliya wê neyê piştguhkirin û bi planeke baş were birêvebirin. Şert e ku Tirkiye vê gavê biavêje."
Hevdîtina li gel Serokê Parlamentoya Norwêcê
Numan Kurtulmuş li Parlamentoyê bi Serokê Parlamentoya Norwêcê Masud Gharahkhani re civiya. Masud Gharahkhani bi serdaneke fermî hatibû Tirkiyeyê.
Piştî hevdîtinê Kurtulmuş û Gharahkhani civîneke hevpar a çapemeniyê saz kir.
Kurtulmuş piştî axaftina xwe bersiva pirsa rojnamegerekî da.
Rojnameger derbarê rewşa dawî ya rêkarên yasayî yên di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de pirsî.
Kurtulmuş destnîşan kir ku bi xebata pêvajoyê ji bo xurtkirina keleha navxweyî ya Tirkiyeyê gaveke dîrokî hatiye avêtin û ew heta niha bi awayekî gelekî serkeftî hatine.
Kurtulmuş anî zimên ku li Tirkiyeyê di nav nêzîkî salekê de serkeftina di vê mijarê de gelekî girîng e.
Kurtulmuş daxuyand ku Komîteya Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li Parlamentoyê hatiye avakirin, bi raporekê dawî li xebatên xwe aniye û ev rapor wekî nexşerêyekê ye.
"Dê yasayeke demkî be"
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê bal kişand ser wê yekê ku divê partî xalên di nexşerêyê de li ber çavan bigirin.
Kurtulmuş her wiha diyar kir ku ji bo qedadin û tacîdarkirina vê pêvajoyê mecburiyeta derxistina yasayekê heye.
Kurtulmuş tekez kir ku divê endamên rêxistinê çekên xwe deynin û rêxistin xwe fesx bike û wiha domand:
"Di vê navberê de jî divê ew gavên ku di vê rêyê de bên avêtin di demeke kurt de temam bibin.
Ew yasaya ku dê were derxistin yasayeke serbixwe û demkî ye. Ango yasayeke demkî ye ku dê endamên rêxistina fesxbûyî li xwe bigire.
Dê tenê carekê were derxistin. Piştî ku demeke diyarkirî hat dayîn, kesên ku bên dê jê sûdê bibînin.
Ji bo kesên neyên jî dê derî were girtin. Em hêvî dikin ku mekanîzmayeke wisa were avakirin."
"Dê ne efû be"
Kurtulmuş tekez kir ku yasaya derkeve dê ti carî ne bi wesfê efûyê be û got:
"Bi heman awayî yasaya ku dê were derxistin, dê xwedî nêzîkatiyeke wisa nebe ku dilê beşên berfireh ên Tirkiyeyê, bi taybetî jî yê malbatên şehîd û gaziyên me biêşîne.
Ji bo vê yekê em li bendê ne ku hemû partî werin ba hev.
Em dixwazin wan rêkarên yasayî bikin ku ji bo temamkirina pêvajoya danîna çekan a rêxistina terorê pêwîst in.
Yasaya ku dê were amadekirin divê ne tenê ya partiyekê an jî ya çend partiyan be.
Divê nêrîna hevpar a Parlamentoyê be û bi tifaqê were derxistin."
Kurtulmuş diyar kir ku hemû saziyên dewletê bi baldarî û dîqeteke mezin xebatên xwe yên li ser pêvajoyê didomînin û daxuyaniyên xwe yên destpêkê ducare kirin:
"Ez hêvî dikim ku di demeke gelekî kurt de amadekariyên yasayî jî temam bibin.
Dê pêşî werin Komîsyonan û piştre jî werin Lijneya Giştî (Parlamentoya Tirkiyeyê).
Esas ew e ku ev karê xêrê yê ku dest pê kiriye di demeke herî kurt de û bi awayekî herî bi xêr bi dawî bibe.
Êdî ji niha û pê ve divê ev kar bêyî xemsariyê, bêyî derengxistinê û bi planeke baş were kirin.
Divê qet ti hûrgiliya wê neyê piştguhkirin. Şert e ku Tirkiye vê gavê biavêje."



