Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çavkaniyên Avê ya Îraqê û Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê li ser hevkariya di warê birêvebirina avên hevbeş û pevguhertina agahiyan de protokolek îmze kir.
Îmzekirina vê protokole di civîna duyemîn a teknîkî ya nûnerên her du wezaretan de hat kirin ku doh li Bexdayê hat lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Çavkaniyên Avê ya Îraqê, li gorî vê protokole her du alî dê agahiyên teknîkî bi hev re parve bikin, bi taybetî jî yên ku girêdayî Çemê Feratê ne.
Çemê Feratê ku çavkaniya wî li Bakurê Kurdistanê ye, 610 kîlometreyan di nav axa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re û 1160 kîlometreyên din jî di nav axa Îraqê re derbas dibe.
Parastina para avê ya Îraqê
Wezareta Çavkaniyên Avê ya Îraqê ragihand ku îmzekirina vê protokole ji bo xurtkirina hevahengiya bi welatên cîran re ya li ser avên hevbeş û parastina para Îraqê ya avê ye.
Ew birê avê ya Çemê Feratê ya ku niha ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ber bi Îraqê ve diçe nêzîkî 1500 metre sêcayî ye di çirkeyekê de.
Sala 2025an ev bir di rewşa herî baş de gihîştibû 200 metre sêcayî di çirkeyekê de.
.webp&w=3840&q=75)


