Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik bertek nîşanî daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu yên li ser Selahattîn Demîrtaş da.
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu li ser biryara rakirina parêzbendiya Selahattîn Demîrtaş a ku berê hatibû dayîn got, "Ez li pişt biryara me ya li ser Selahattîn Beg im, ez ne poşman im."
“Tu fêlbazekî bêrû yî”
Sirri Sakik bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî bersiv da Kemal Kiliçdaroglu da û got, “Tu fêlbazekî ew qasî bêrû yî ku tu nikarî poşman bibî.”
“Bi rastî em poşman in”
Sirri Sakik diyar, piştgiriya ku wan hilbijartinan de dabû Kiliçdaroglu “ Şaşiya herî mezin a jiyana wî ya siyasî” ye û wilo got:
“Min dizanibû tu kî yî û çi yî. Dema min ev yek eşkere kir ez hatim lînckirin. Ez rastî bêbextiyên te jî hatim. Tu fêlbazekî ew qasî bêrû yî ku tu nikarî poşman bibî.
Bi rastî em poşman in ku me piştgirî da te. Me çû deng da kesekî wekî te ku aliyekî wî yê rast tune.
Şaşiya herî mezin a jiyana min a siyasî ew e ku min ji bo te deng xwestin.”



