Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Amedê yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu li Enqereyê bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re civiya.
Sezgîn Tanrikulu ragihand ku wî di hevdîtinê de ji bo "hewlên çareseriya aştiyane ya Pirsgirêka Kurdan" spasiya Bahçelî kiriye.
Sezgîn Tanrikulu li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.
Tanrikulu diyar kir ku wî bi Devlet Bahçelî re "li ser mijarên welêt sohbet kiriye."
Tanrikulu di parvekirina xwe de anî ziman:
"Me bi Birêz Devlet Bahçelî re li ser mijarên welêt sohbet kir.
Ji bo hewlên wî yên li ser çareseriya aştiyane ya Pirsgirêka Kurdan, li ser navê xwe û li ser navê Ameda ku ez parlamenterê wê me, min spasiya xwe pêşkêşî wî kir."
Sezgîn Tanrikulu her wiha ji bo qebûlkirin û eleqeya Bahçelî jî spasiya wî kir.



