Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku îdiayên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê "destdanîna Kurdan a li ser çekên ji bo xwenîşanderên Îranê" di rojevê de ne, hat zanîn ku Nûnerê Taybet ê Trump Tom Barrack di hevdîtinên xwe yên Hewlêrê de ev mijar zelal kiriye.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, Barrack diyar kiriye ku ew îdia ne rast in û agahiyên xelet dane Serok Trump.
Serokê Amerîkayê Donald Trump demên dawiyê gelek caran gazin dikirin û digot, "Kurdan em bêhêvî kirin, çekên me ji xwe re hilgirtin."
Ev mijar di navbera Hewlêr û Washingtonê de bûbû sedema nîqaşan.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraq û Sûriyeyê Tom Barrack doh li Hewlêrê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya.
Hat ragihandin ku Tom Barrack dawî li wan nîqaşan aniye.
“Ti çek nehatine şandin”
Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyên bilind wergirtine, di civînên girtî de yek ji wan mijarên ku herî zêde dihat meraqkirin ev îdiayên Trump bûn.
Tom Barrack di daxuyaniya xwe ya ji bo serkirdeyên li Hewlêrê de tekez kir ku ev mijar tenê ji "agahiyên xelet" pêk tê.
Hat zanîn ku Barrack di civînan de wiha gotiye:
“Ji kerema xwe li ser vê mijarê dilgiran nebin û xwe neêşînin.
Hewce nake em zêdetir li ser vê mijarê rawestin. Di vê mijarê de agahiyên xelet dane Serok Trump.
Ji bo vê armancê ti çek nehatine Herêma Kurdistanê. Her wiha ti hêza siyasî ya Kurdan dest dananiye ser çekên bi vî rengî."
Dê bi raporekê were sererastkirin: “Agahî xelet bûn”
Li gorî hûrgiliyên di qeyda deng de, şandeya Amerîkayê qebûl kiriye ku hinek derdorên li Washingtonê raporên xapînok dane Serok Trump.
Hat diyarkirin ku Tom Barrack soz daye ku ew dê piştî hevdîtinên xwe yên Hewlêrê vegere Koşka Spî.
Barrack gotiye ew dê "raporeke rast a ku rastiyan lixwe digire" pêşkêşî Serok Trump bike û dê vê şaşfêhmkirinê sererast bike.
Herêma Kurdistanê îdia red kiribûn
Wekî ku tê zanîn, Serokê YNKyê Bafil Talebanî berê li ser van îdiayan gotibû "Ji me nepirsin, ji yên din (ji Hewlêrê) bipirsin" û berê pirsê guherandibû.
Lê belê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Karên Navxwe gelek caran daxuyaniyên fermî dabûn.
Wan ew îdiayên veguhastina çekan bi zimanekî tund red kiribûn.



