Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re civiya.
Li ser hesabê medyaya civakî yê Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê hevdîtinê daxuyaniyek hat belavkirin.
Li gorî daxuyaniyê, Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li meqamê xwe Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar pêşwazî kirin.
Qonaxa dawî ya pêvajoyê hat gotûbêjkirin
Di daxuyaniyê de li ser naveroka civînê ev agahî hatin dayîn:
"Xebatên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, hevdîtinên bi partiyên siyasî re û qonaxa dawî ya pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de, ji xeynî van mijaran, sererastkirinên ku di rapora Komîsyona Demokrasî, Biratî û Hevgirtina Neteweyî de hatine destnîşankirin jî hatin nirxandin.
"Bipêşketinên girîng çêbûn"
Li gorî daxuyaniyê her du aliyan tekezî li ser wê yekê kiriye ku heta niha di çarçoveya pêvajoyê de bipêşketin û serkeftinên girîng hatine pêkanîn.
Di beşeke din a daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Di hevdîtinê de hatiye gotin ku ku saziya siyasetê berpirsyariyên xwe bi cih anîne û di vê qonaxê de encamên gelekî girîng bi dest xistine.
Di hevdîtinê de giringiya rola parlamentoyê careke din hat destnîşankirin."
Li gorî daxuyaniyê, ji bo pêvajo serkeftî bi dawî bibe, "Divê li parlamentoyê xebatên pêwîst bên kirin û guhertinên yasayî bên kirin.”



