Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ragihand ku “Li ser nivîsa dawî ya peymana aştiyê ya navbera Amerîka û Îranê lihevhatin hat kirin.”
Şehbaz Şerîf da zanîn ku her alî li ser ser nivîsa dawî ya “peymana aştiyê” gihiştine “liehvkirineke temam.”
Şehbaz Şerîf bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û ragihand ku di dan û standinên ji bo bidawîanîna şerê nukleer û herêmî yê navbera Amerîka û Îranê de xalek girîng hatiye derbaskirin û got:
"Em dikarin piştrast bikin ku li ser nivîsa dawî ya peymana aştiyê lihevhatin hatiye kirin.
Pakistan niha ji bo zelalkirina gavên li pêşiya me li gel her du aliyan bi awayekî nêzîk dixebite. Aştî qet bi qasî vê gavê nêzîk nebûbû."
"Em ji hewldanên sabotajê agahdar in"
Serokwezîrê Pakistanê yê ku wekî navbeynkarê herî çalak ê dan û standinan tê naskirin, hişyariyeke tund da wan derdorên ku hewl didin pêvajoya aştiyê asteng bikin û biland:
"Di demekê de ku hewlên Pakistanê yên navbeynkariyê yên giran berdewam dikin, em bi temamî ji kampanyayeke dezenformasyonê ya bênavber a ku ji aliyê wan kesan ve tê meşandin ku dixwazin vê peymana aştiyê sabotebikin, agahdar in. Em li hemberî van hewldanan bi hişyarî tevdigerin."
Têkiliya herî bilind a ji 1979an ve
Pakistanê piştî agirbesta 8ê Nîsanê ya ku şerê ji 28ê Sibata 2026an ve dest pê kiribû û herêm hejandibû rawestand, di navbera her du welatan de dîplomasiyeke çalak dimeşand.
Hevdîtinên ku bi mazûvaniya Serokwezîr Şerîf hatin kirin, wekî têkiliya herî bilind a navbera Washington û Tehranê ya ji sala 1979an ve -dema ku pêwendiyên wan ên dîplomatîk qut bûne- hatin tomarkirin.
Daxuyaniya Trump û serdana JD Vance
Ev daxuyaniya krîtîk a Şehbaz Şerîf, piştî daxuyaniya doh a Serokê Amerîkayê Donald Trump hat ku gotibû, "Min êrişên hewayî yên li ser Îranê betal kirin û peyman ber bi temambûnê ve diçe."
Li hêla din, çavkaniyên dîplomatîk diyar dikin amadehiyên ji bo fermîkirina peymanê berdewam dikin û tê gotin, dibe ku Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance di rojên pêşiya de ji bo îmzekirina peymana aştiyê ya gengaz here Ewropayê.



.webp&w=3840&q=75)