Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku gihîştina bi "Belgeya Têgihîştinê" ya li gel Amerîkayê ji her demê nêzîktir e.
Eraqçî ji saziyên medyayê xwest ku heta rêkeftin bi temamî zelal nebe, ji belavkirina texmîn û gotegotan dûr bisekinin.
"Em nêzîkî îmzekirinê ne"
Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û got:
"Belgeya Têgihîştinê ya Îslamabadê, qet bi qasî vê gavê nêzîkî îmzekirinê nebûye."
Eraqçî bal kişand ser wê yekê ku divê saziyên medyayê heta ku reşnivîsa dawî neyê, xwe ji belavkirina agahiyên nerast û texmînî dûr bigirin.
"Em dê bi awayekî zelal parve bikin"
Wezîrê Karên Derve yê Îranê diyar kir ku Tehran pêbendî rêbazeke "berpirsyarane û zelal" e û got:
"Em dê di dema guncav de hemû hûrgiliyên peymanê li gel raya giştî parve bikin."
Li gorî agahiyan, ev belge dê bibe destpêka agirbesteke mayînde û çareserkirina pirsgirêkên navbera her du welatan.



.webp&w=3840&q=75)