Hewlêr (Rûdaw) - Artêşên Îran û Amerîkayê li herêma Kendavê êrişî baregehên hev kir.
CENTCOMê ragihand ku wan gelek mûşek û dronên Îranê xistine û Supaya Pasdaran a Îranê jî da zanîn ku wan wekî bersiv baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuweyt û Behreynê kirine armanc.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku îro hêzên wan li herêmê rastî êrişeke dijwar a Îranê hatine.
Li gorî daxuyaniyê, Îranê 7 mûşekên balîstîk avêtine Kuweyt û Behreynê.
Pergalên parastinê 6 mûşek xistine û mûşeka 7an jî negihîştiye armanca xwe.
CENTCOMê her wiha eşkere kir ku tenê çend demjimêran berî êrişa mûşekî, wan li asmanê Tengava Hurmizê 4 dronên Îranê xistine.
CENTCOMê ragihand ku balafirên Amerîkayê wekî bersiva êrişê, navendên radaran ên li bajarê Gorukê yê parêzgeha Hurmizganê û giravek bombebaran kirine.
Artêşa Amerîkayê ew nûçe red kirin ku dibêjin wan Baregeha Keştiyên 5an a li Behreynê kiriye armanc û destnîşan kir ku ev îdia ne rast in.
Supaya Pasdaran: Me bersiv da
Supaya Pasdaran a Îranê li ser bûyerê daxuyaniyeke cuda da û ragihand ku êrişên wan wekî bersiva "destdirêjiyên Amerîkayê" bûne.
Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran a Îranê eşkere kir ku hêzên wan ên deryayî rê li ber 4 keştiyên petrolê yên "binpêkar" girtine ku xwestine bi awayekî neyasayî di Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Supaya Pasdaran anî ziman, piştî ku Amerîkayê bi dronan êrişî 2 bircên pêwendiyê yên li Qîşm û Sîrîkê kir, wan demjimêr 02:30î bi mûşekan êrişî baregeha asmanî ya Elî Salimê ya Amerîkayê ya li Kuweytê û Keştiyên 5an ên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê yên li Behreynê kir.
Gefên Îranê û rewşa agirbestê
Supaya Pasdaran hişyarî da Washingtonê ku eger êriş ducare bibin, bersiva Îranê dê ne sînordar be.
Îranê gef xwar ku ew dê Tengava Hurmizê bi temamî li ber hinardeya petrol û gazê bigirin.
Ji 8ê Nîsanê ve di navbera Tehran û Washingtonê de agirbesteke lawaz heye.
Tevî ku peyamên di navbera her du aliyan de didomin jî hîn li ser peymaneke dawî ya ji bo bidawîanîna şer li hev nekirine.



