Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku balafireke Amerîkayê keştiyeke petrolê ya Îranê rawestand, Îran û Amerîkayê bi giranî êrişî hev kir.
Di encamê de kesek hat kuştin û 63 kes jî birîndar bûn.
Vê êrişê zincîreyek aloziyên leşkerî li pey xwe anî.
Di vê çarçoveyê de Tehranê bi 30 mûşekên balîstîk û dronan êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Kuweytê û Behreynê kir.
Ji ber vê êrişê welatiyekî Hindistanê hat kuştin û 63 kesên din jî birîndar bûn.
Wekî bertek, Kuweytê biryar da ku du dîplomatên Îranê dersînor bike.
Rewşa ewlehiyê ya li Kendavê îro gihîşt asteke pir xeternak. Ev wekî pevçûna herî tund a piştî ragihandina agirbestê ya meha Nîsanê tê hesibandin.
Rayedarên Kuweytê ragihand ku hêzên Tehranê êrişeke mezin li dijî saziyên sivîl pêk aniye.
Ji ber vê yekê hikûmeta Kuweytê ferman da ku du dîplomatên balyozxaneya Îranê di nava 24 demjimêran de xaka wî welatî biterikînin.
Destpêkirina pevçûnan
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM), pevçûn piştî wê yekê dest pê kir ku Balafireke Amerîkayê mûşekeke Hellfire avêt odeya motorê ya keştiyeke petrolê ya vala ya bi navê Lexi.
Ew keştî hewl dida dorpêça deryayî bişkîne û li Girava Xarkê ya Îranê petrolê bar bike.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê meha adara borî keştiya Lexi ji ber veguhastina petrola xav a Îranê xistibû lîsteya cezayan.
Îranê wekî bersiv, dronên bombebarkirî avêtin ser keştiyên sivîl ên ku di nav Kendava Farsê re derbas dibûn.
Amerîkayê sê ji wan dronan xistin xwarê û êrişeke "parastina li xwe" bir ser navenda kontrolê ya Îranê ya li girava Qeşmê ya li ber Tengava Hurmizê.
Di encamê de Amerîkayê birca ragihandinê ya wê navendê rûxand.
Sûpaya Pasdarên a Îranê jî bi rawestandina keştiya Lexi, Amerîka bi hilkirina agirê şer tawanbar kir.
Êrişên li Kuweyt û Behreynê
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Kuweytê Seûd Ebdilezîz Etwan ragihand ku hêzên wan di berbanga sibehê de 30 mûşekên balîstîk û dronên ku êrişî xaka welatê wan kirine, tespît kirine.
Di nav van êrişan de 13 mûşekên balîstîk hebûn ku di asmanê Kuweytê de hatin têkbirin û bermayiyên wan ketin ser deverên niştecihbûnê. Her wiha 17 dronên bombebarkirî jî hebûn.
Vê êrişê rasterast Termînala 1ê ya Balafirgeha Navneteweyî ya Kuweytê kir armanc û zererên mezin ên madî gihandin avahiyê.
Her wiha zerer gihîşt çendîn nûnertiyên dîplomatîk jî.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Ebdulah Sened diyar kir ku wan 25 ambulans şandine balafirgehê û 63 birîndar veguhastine nexweşxaneyan.
Sened da zanîn ku birînên hinek ji wan giran in, hinek ji wan tûşî jêkirina pîlan û xwînrêjiya mêjî bûne.
Qurbanî geştyar, karmendên balafirgehê û sivîl in. Wezareta Karên Derve ya Hindistanê jî piştrast kir ku welatiyekî wan (geştyarek) di vê êrişê de miriye.
Li aliyê din, Hêzên Parastinê yên Behreynê ragihand ku wan sê mûşek û gelek dronên ku ber bi saziyên sivîl ên wî welatî ve dihatin, têk birine.
Hêzên Amerîkayê jî diyar kir ku sê mûşekên ku ber bi Behreynê ve dihatin avêtin ji aliyê pergalên parastinê yên Amerîka û Behreynê ve hatine rûxandin.
Berteka CENTCOMê li ser êrişan
Supaya Pasdarên a Îranê berpirsyariya rasterast a êrişê girt ser xwe.
Lê belê wê îdia kir ku wan bingeha asmanî ya "Elî Salim" a li Kuweytê (ku helîkopterên Amerîkayê lê ne) û baregeha sereke ya Fîloya Pêncem a Amerîkayê ya li Behreynê kirine armanc û qala bombebarankirina balafirgeha sivîl nekir.
Şêwirmendê leşkerî yê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Muhsin Rezayî hişyarî da û got, "Her fîşeka were teqandin, dê bi mûşek û dronan bersiva wê were dayîn."
Li aliyê din, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) hemû îdiayên Îranê yên li ser lêdana baregehên Amerîkayê red kirin û ragihand:
"Hemû êrişên Îranê yên li hêzên Amerîkayê bi ser neketin."
CENTCOMê eşkere kir ku du mûşekên ku ber bi Kuweytê ve dihatin avêtin di rê de hatine rûxandin an perçe bûne, her sê mûşekên Behreynê jî bi temamî hatine têkbirin.
Dersînorkirina dîplomatên Îranê
Wekî bertekeke dîplomatîk a bilez, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Kuweytê Hamed Suleyman Meşan, Karkerê Karûbarên Balyozxaneya Îranê yê li wî welatî Hemîd Yequbîfer vexwend wezaretê û nameyeke tund a nerazîbûnê radestî wî kir.
Kuweytê biryar da ku hejmara dîplomatên Îranê kêm bike û du endamên nûneratiya dîplomatîk a Îranê wekî "kesên nexwestî" pênase kir.
Kuweytê daxwaz kir ku ew di nava 24 demjimêran de xaka wî welatî biterikînin.
Şêwirmendê Serokatiya Îmaratê Enwer Qerqaş daxwaza helwesteke tund û yekgirtî ya welatên Kendavê ya li dijî Tehranê kir û got:
"Ev destdirêjî ne tenê welatekî, lê belê me hemûyan dike armanc."
Îsraîl û Libnan
Ev alozî di demekê de ye ku berpirsên Amerîka, Îsraîl û Libnanê li Washingtonê li hev civiyane da ku dawîkirina şerê di navbera Îsraîl û Hizbulahê de nîqaş bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Hizbulah yekane astengiya li pêşiya peymanê ye.
Berpirsê payebilind ê Hizbullahê Mehmûd Qûmatî ji Rûdawê re eşkere kir ku koma wan "agirbesteke sînordar (parçeyî) qebûl nake."
Artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên li başûrê Libnanê dijwartir kirine û hêzên wê çûne kûrahiya kenarê deryayê.
Di heman demê de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku wî ferman daye artêşê da ku êrişên xwe yên li Libnanê ji bo "têkbirina" Hizbullahê dijwartir bike.
Netanyahu tekez kir ku wan li gel Trump li hev kiriye ku her peymaneke dawî ya li gel Îranê divê gefa atomî bi temamî ji holê rake.



