Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) li bajarê Hisîçayê (Hesekê) yê Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyoneke ewlehiyê ya berfireh kir.
Armanca vê operasyonê xurtkirina ewlehî û aramiyê ye.
Her wiha Hêzên Ewlehiya Hundirîn dixwazin pêşî li bûyerên diziyê û tawanan bigirin ku demên dawî li bajêr zêde bûne.
Operasyon dê mehekê bidome
Ev operasyon deriyên ketin û derketina bajêr, rêyên sereke û taxên niştecihbûnê li xwe digire.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatine wergirtin, ev gav dê mehekê bidome.
Kar û xebat ji bo dabînkirina aramiyê û çareserkirina binpêkirinên ewlehiyê tên kirin.
Hat diyarkirin ku ev operasyon bi taybetî motorsîkletan dike hedef.
Tîmên Taybet û Trafîk jî beşdar in
Di vê operasyonê de endamên Polîsên Trafîkê û Hêzên Ewlehiya Taybet (HAT) jî cih digirin.
Tîmên ewlehiyê 24 saetan bi şev û roj bi pergaleke dewriyeyên li pey hev dixebitin da ku bigihîjin armancên xwe.



