Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyên endamekî serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, îşev bi du mûşekan êrişî baregehên wan ên li Dola Alaneyê ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê hat kirin.
Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û ragihand:
“Îşev demjimêr 23:00an bi 2 mûşekan êrişî baregehên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yên li Dola Alaneyê hat kirin.”
Husên Penahî diyar kir ku ev êriş di çarçoveya berdewamiya êrişên Komara Îslamî ya Îranê yên li baregehên Komeleyê de ye.
Zererên madî çêbûn
Emced Husên Penahî da zanîn ku di êrişê de kes nemiriye û tenê zererên madî çêbûne.
Penahî li ser hejmara giştî ya êrişan jî ev amar dan:
“Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka şerê xwe yê li gel Amerîka û Îsraîlê ve, bi zêdetirî 82 mûşek û dronan baregehên Komeleya me kir armanc.”
