Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro li piraniya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baraneke gur û bi birûsk dibare.
Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê, li herêma Egeyê, rojavayê Deryaya Spî û gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran dê gur bibare.
Her wiha li beravên Muglayê hişyariya barana pir dijwar û li herêma Marmarayê jî hişyariya bayê bihêz hat dayîn.
Di nava 24 saetên bê de li seranserî herêmê hewa dê parçeyî û pir ewrî be.
Ji bilî çend bajaran, li herêmên Marmara, Ege, Deryaya Spî, Anatoliya Navîn, Deryaya Reş û piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê barana gur û birûsk tê çaverêkirin.
Tê texmînkirin ku pileyên germahiyê li herêmên rojava li gorî normalên demsalê bin.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê
Li gorî daxuyaniyê, li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê heta sibeha roja pêncşemê barana gur dê berdewam bike.
Li parêzgehên Xarpêt, Dêrsim, Çewlîg, Dîlok, Riha, Amed, Mêrdîn û Êlihê, li rojhilatê Mereşê û li başûrê Meletiyê barana gur tê payîn.
Her wiha li seranserî Semsûrê, li bakurê Rihayê û li bakurrojavayê Amedê baran dê li hinek cihan pir xurt û dijwar be.
Ji ber metirsiya lehî, rabûna avê, şepe, birûsk, zîpik, bayê bihêz û bagerê bangî xelkê hat kirin ku baldar û bi tedbîr bin.
Saziya Keşnasiyê ji bo herêma Egeyê û beravên Muglayê jî hişyariya lehiyê û hezazê da.
Li herêma Marmarayê û beravên bakurê Egeyê jî tê payîn ku ba ji aliyê bakur ve bi leza 40-60 kîlometreyan di saetê de rabe.
Saziyê xwest ku li hemberî astengiyên di çûn û hatinê de û qezayên ji ber bayê tund tedbîr bên girtin.


.webp&w=3840&q=75)
