Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyên du zarokên Kurd ên ku tevî malbata xwe hewl dabû herin Ewropayê lê di Çemê Merîçê de xeniqîbûn, gihîştin Herêma Kurdistanê.
Cenazeyên zarokan li parêzgeha Silêmaniyê hatin veşartin lê çarenivîsa zarokê sêyem Hestyar Herêm heta niha diyar nebûye.
Karesata ku bi ser malbateke xelkê Herêma Kurdistanê de hat, careke din rûyê bi êş ê koçberiyê nîşan da.
Cenazeyên her du zarokên bi navê Mêla û Heryad ku di çêm de canê xwe ji dest dabû, piştî temamkirina kar û barên fermî gihîştin axa xwe.
Ji Edîrneyê heta Hewlêr û Silêmaniyê
Nûçegihanê Rûdawê Barzan Reza li ser veguhestina cenazeyên zarokan agahî dan:
“Cenazeyên herdu zarokan demjimêr 05:30ê sibehê bi balafirê gihîştin Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê.
Piştî temamkirina kar û barên li balafirxaneyê, rayedaran cenaze bi ambulansên taybet şandin parêzgeha Silêmaniyê.”
Piştî gihîştina Silêmaniyê, bi amadebûna dê û bavê dilşewat, xizm û hejmareke zêde ya welatiyan, merasîmeke xemgîn a veşartinê hat lidarxistin.
Cenazeyên her du zarokan li Goristana Nû ya Silêmaniyê bi hêsirên çavan hatin veşartin.
Belem binav bû: Xewnên malbatekê di çêm de winda bûn
Bûyera dilşewat 14ê Çiriya Pêşîn li nêzîkî bajarê Edîrneyê yê Tirkiyeyê qewimî. Li gorî agahiyên ku hatine piştrastkirin, komeke koçberan a ku ji 8 kesan pêk dihat, hewl da bi rêya belemekê di Çemê Merîçê re derbasî Yunanistanê bibe.
Mixabin belema wan qulibî û binav bû. Di nav vê komê de malbateke 5 kesî (dê, bav û 3 zarokên wan) û 3 ciwanên din ên xelkê Herêma Kurdistanê hebûn.
Di encamê de, dê û bav û sê ciwanên din ji mirinê rizgar bûn lê her sê zarokên malbatê di nav avê de winda bûn.
Xebatên lêgerînê yên cenazeyê Hestyar didomin
Piştî karesatê, tîmên rizgarkirinê dest bi xebatên lêgerînê kir û di encamê de tenê cenazeyên 2 zarokan Mêla û Heryad hatin dîtin.
Ew cenaze ji bo kar û barên otopsiyê û Tiba Dadî şandibûn bajarê Edîrneyê û pişt re radestî malbatê hatibûn kirin.
Cenazeyê zarokê sêyem ê bi navê Hestyar heta niha nehatiye dîtin. Nûçegihanê Rûdawê Barzan Reza derbarê vê mijarê wiha got:
"Li Çemê Merîçê xebatên tîmên rizgarkirinê bi armanca dîtina cenazeyê zarokê sêyem Hestyar bi awayekî berfireh didomin lê heta niha ti şop nehatiye dîtin."


.webp&w=3840&q=75)