Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî par, li Herêma Kurdistanê asta ava binê erdê (jêrzemînî) bi awayekî berbiçav bilind bûye.
Li gorî amaran, ev bilindbûn li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê çêbûye.
Barana zêde û projeyên nû bûn sedem ku li hinek deveran asta avê 90 metreyan bilind bibe.
Birêvebirê Giştî yê Çavkaniyên Avê yê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê Karwan Sebah Hewramî ji Rûdawê re got:
"Li parêzgeha Hewlêrê ji ber hebûna hewzên mezin ên bakur, başûr û naverastê, asta avê bi awayekî berbiçav bilind bûye û geşbûneke baş çêbûye."
Li gorî gotinên Karwan Sebah Hewramî, amarên hewzan bi vî rengî ne:
Hewza Şêraweyê: Kûrahiya wê ji 21,34 metreyan gihîştiye 18,91 metreyan (nêzîkî 4 metreyan zêde bûye).
Hewza Baştepeyê: Ji 152 metreyan bûye 141 metre (11 metreyan zêde bûye).
Hewza Deşta Hewlêr û Akrê: Geşbûneke gelekî baş çêbûye.
Karwan Sebah Hewramî qala sîstemeke nû kir ku bi navê "sîstema têrkirinê" tê zanîn û tê de ava ser erdê bi awayekî çêkirî ji bo binê erdê tê veguhastin û ev agahî dan:
"Me 8 projeyên têrkirina avê li hemû Kurdistanê bi cih anîne. Wekî mînak, li Tarînê, asta ava binê erdê 90 metreyan zêde bûye.
Li Akrê 23 metre û li Çiyayê Şekrokê yê li Herîrê jî li gorî sala borî 12-13 metreyan zêde bûye."
Karwan Sebah li ser rêkarên parastina avê anî zimên, "Guvaşeke zêde li ser ava binê erdê heye, divê kolîna bîrên neqanûnî were qedexekirin yan jî gelekî were kêmkirin."
Hewramî destnîşan kir ku ji ber projeya hawargihandinê ya ava Hewlêr û Quştepeyê karkirina 1500 bîran hatiye rawestandin û ragihand:
"Her kesê ku bîreke neqanûnî bikole û xwediyê wê zeviyê be, dê her yek bi 7 milyon dînaran were cezakirin û dê dest bi ser amûrên wan de were girtin."
Karwan Sebah eşkere kir ku par dest bi ser 500 amûran de û îsal jî dest bi ser 300 amûran de hatiye girtin.
Li Silêmanî û Helebceyê baranê embarên avê tijî kirine
Li parêzgehên Silêmanî û Helebceyê, zêdebûn rasterast bi rêjeya baranê ve girêdayî ye.
Birêvebirê Ava Binê Erdê yê Silêmaniyê Xumar Heme Necm ji Rûdawê re got, "Rêjeya baranê li navenda Silêmaniyê gihîştiye 1051 mîlîmetreyan lê par tenê 335 mîlîmetre bû."
Xumar Heme Necm diyar kir ku baran çavkaniya sereke ya têrkirina embarên ava binê erdê ye û li pey çû:
"Li gorî pîvanên birêvebiriya me, salane di navbera ji sedî 15-20ê wê barana ku dibare diçe nav embarên ava binê erdê û wan embaran têr dike."
Necm destnîşan kir ku tîmên wan bi berdewamî û bi rêya bîrên çavdêriyê asta avê ya li hemû embaran dipîvin.
Berê sala 2019an ku saleke pirbaran bû, asta ava binê erdê ya li Silêmaniyê li gorî salên beriya xwe 17 metreyan bilind bûbû.
Berawirdiya asta ava binê erdê ya li embarên Silêmaniyê (2025 - 2026) bi metre:
Embara Komîtanê: Asta avê sala 2025an 3 metre bû, sala 2026an bûye 20 metre.
Embara Tanceroyê: Asta avê sala 2025an 1,5 metre bû, sala 2026an bûye 6 metre.
Embara Sincarê: Asta avê sala 2025an 1,3 metre bû, sala 2026an bûye 17 metre.
Pêkhateya Bextiyariyê: Asta avê sala 2025an 1,1 metre bû, sala 2026an bûye 8 metre.
Rûniştiyê Taze (Pêncwên): Asta avê sala 2025an 1,2 metre bû, sala 2026an bûye 8 metre.
Xumar Heme Necm derbarê parêzgeha Helebceyê jî ragihand ku rêjeya baranê gihîştiye 1099 mîlîmetreyan.
Wî da zanîn ku ev yek bûye sedem asta ava binê erdê bi giştî 8 metreyan bilind bibe lê par tenê 1,3 metre bilind bûbû.
Geşbûna bîrên hişkbûyî yên li Dihokê
Li parêzgeha Dihokê jî rewş li gorî sala borî gelekî guheriye.
Serokê Beşa Jeolojiya Bipêşketî yê Dihokê Alfred Ebilhed ji Rûdawê re got:
"Asta ava binê erdê li gorî par bi giştî li parêzgehê 7 metreyan zêde bûye û li hinek cihan jî ev bilindbûn gihîştiye 15 metreyan."
Alfred Ebilhed qala wê yekê kir ku par beşeke zêde ya bîran hişk bûbûn lê îsal rewş baş e.
Wî destnîşan kir ku ji bo parastina vê mîrata xwezayî divê rê li ber kolandina bîrên neqanûnî were girtin û got:
"Beşeke zêde ya gundên Dihokê, navçeyên Akrê û Amêdiyê û nahiyeyên Mangîşk û Zawîteyê ji bo jiyana xwe pişta xwe bi ava binê erdê girê didin."
Amarên bîrên Dihokê bi vî rengî ne:
Bîrên qanûnî: 4 hezar û 557 bîr in.
Bîrên neqanûnî: Nêzîkî 500 bîran in.
Dabeşbûna bîran: 2 hezar û 280 bîr ji bo çandiniyê, 2 hezar û 134 bîr ji bo vexwarinê û 143 bîr jî ji bo pîşesaziyê tên bikaranîn.
.webp&w=3840&q=75)