کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Logoyên her sê televîzyonên Erebî

Logoyên her sê televîzyonên Erebî

Kurdistan

Arasatê weşana Al Arabiye, Al Hadath û Al Jazeerayê rawestand

RÛDAW

RÛDAW

29-01-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW29-01-2026

Nûçeyên Têkildar

Beşa Creativeyê ya Rûdawê Xelata Stevieyê stand
Kurdistan11-09-2026

Beşa Creativeyê ya Rûdawê Xelata Stevieyê stand

Serê şervanekî Kurd hat jêkirin: ‘Çavên min birijin’
Kurdistan11-09-2026

Serê şervanekî Kurd hat jêkirin: ‘Çavên min birijin’

Li Îdirê wesayîteke leşkerî qulibî: Miriyek û 2 birîndar
Kurdistan11-09-2026

Li Îdirê wesayîteke leşkerî qulibî: Miriyek û 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Arasatê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku wan weşana kanalên Al Arabiye, Al Hadath û Al Jazeerayê bi awayekî yekcarî rawestand.

Şirketê diyar kir ku ev biryar ji ber binpêkirina siyaseta weşanê ya şirketa wan hatiye dayîn.

Şirketa Arasatê şirketeke telekomunîkasyonê ye û  Rojavayê Kurdistanê kar dike.

Li gorî daxuyaniya ku di hesabê Facebookê yê Arasatê de hatiye belav kirin naveroka medyaya van kanalan "bêalîbûn û objektîvbûnê" li xwe nagire.

Arasatê diyar kir ku ew her sê kanalên navborî banga "handan, dubendî û belavkirina fitneyê" di navbera pêkhateyên civakê de dike.

Şirketa Arasatê teqez kir ku her kanaleke medyaya ku bangî dubendî yan jî handanê bike dê yekser were rawestandin.

Arasatê ragihand ku ew naxwazin bi ti awayî bibin şirîkê afirandina fitneyê di nav civakê de.

Di berdewamiya daxuyaniyê jî de wiha hat gotin,"Em bawer dikin ku hemû pêkhateyên civakê dil û destê hev in. Biratî û hezkirin me digihîne hev.

Em bi sedan sal in li ser bingeha rêz û bihevrejiyanê dijîn û ev nirx dê di siyaseta weşana me de wekî bingehekê bimînin."

Şirketê diyar kir ku ev biryar ji bo parastina pêbaweriyê, aştiya civakî û rêzgirtina li hişmendiya temaşevanan hatiye dayîn.

Mix Mediayê weşana kanalên Erebî Al-Jazeera, Al Arabiya û Al Hadathê rawestandibû

Beriya bi çend rojan Şirketa Mix Mediayê weşana sê kanalên Erebî Al-Jazeera, Al Arabiya û Al Hadathê rawestandibû.

Berpirsê Teknîkê yê Mix Mediayê Umêd Mihemed Hesen ji bo Rûdawê gotibû "Em wekî Mix Media her çi qas peywira me vegûhastina weşana kanalan be jî em di platforma xwe de cih nadin kanalên ku li gor çanda Kurdistanê û berjewendiyên herêmê tevnagerin."

Pirsên