Hewlêr (Rûdaw) - Li Çewlîga Bakurê Kurdistanê du otomobîlan li hev da û 3 kes birîndar bûn.
Otomobîla bi plakaya 06 DG 9864 û otomobîla bi plakaya 41 NF 596 ên ku navên ajokarên wan hîn nehatine eşkerekirin li rêya Çewlîg û Xoşkarê li hev xist.
Di vê qezayê de 3 kes birîndar bûn.
Piştî wergirtina agahiyê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.



