Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Îstixbarata Sûriyeyê û Birêvebirê Dezgeha Îstixbarata Rêveberiya Xweser Demhat, li Qamişloya
Rojavayê Kurdistanê li hev civiyan.
Divê were gotin
ku ev cara yekemîn e civîneke wiha di asta bilind de li Qamişloyê tê kirin.
Armanca vê civînê
entegrekirina îstixbarata Rojavayê Kurdistanê û Îstixbarata Sûriyeyê ye.
Di heman demê de hêzeke
mezin a Asayîşa Giştî li navenda bajarê Hisîçayê (Hesekê) û taxên başûrê bajêr
ku taxên Erebnişîn bi cih bû.
Heta niha sedema
vê tevger û belavbûna lezgîn a hêzên ewlehiyê nehatiye zanîn û ji aliyê saziyên
fermî ve li ser armanca vê gavê ti daxuyanî nehatiye belavkirin.


