Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebira berê ya Komîsyona Azadiya Olî ya Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Maenzayê li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir.
Maenzayê ragihand ku lawazkirina otonomiya Kurdan di berjewendiya komên girêdayî Îranê de ye.
Maenzayê îro (27ê Çiriya Paşîn) di parvekirina xwe de amaje pê kir ku sedemek heye ku Berpirsê Tevgera Babilyonê Reyan Kildaniyê ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye cezakirin bi gava Bexdayê şahiyê dike.
Li gorî gotina Maenzayê, lawazkirina otonomiya Kurdan destê Tehranê digihîne herêmekê ku hevpareke cihê baweriyê ya Amerîkayê bûye.
Bangên li Washington û Bexdayê
Berpirsa berê ya Komîsyona Azadiya Olî ya Navneteweyî ya Amerîkayê tekez kir ku divê Washington zextê li Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bike da ku soza xwe ya li ser kontrolkirin û rawestandina komên çekdar ên girêdayî Îranê bi cih bîne.
Maenzayê xwest ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li gorî Destûra Federal a Îraqê mafên Herêma Kurdistanê biparêze.
Wê her wiha xwest ku Washington ji Bexdayê bixwaze ku nakokiyê bi rêya diyaloga bi Hewlêrê re û bi awayekî aştiyane çareser bike.
Maenzayê di dawiya peyama xwe de jî nivîsî:
“Bihêzbûna zêdetir a Îranê ya li Îraqê dawîn tişt e ku divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê alîkariya pêkhatina wê bike.”
Deqa nivîsa Nadine Maenzayê:
“Ez ditirsim ku wêneyekî netemam bigihîje Serokê Amerîkayê li ser wê yekê ka destdanîna ser desthilatê ya ji aliyê Bexdayê ve ji bo berjewendiyên Amerîkayê tê çi wateyê.
Sedemek heye ku Reyan Kildaniyê ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye cezakirin bi gava Bexdayê şahiyê dike.
Lawazkirina otonomiya Kurdan di berjewendiya koma wî û komên din ên girêdayî Îranê de ye û destê Tehranê digihîne herêmekê ku hevpareke cihê baweriyê ya Amerîkayê bûye.
Divê Washington zextê li Serokwezîr Zeydî bike da ku soza xwe ya li ser kontrolkirin û rawestandina komên çekdar ên girêdayî Îranê bi cih bîne.
Divê li gorî Destûra Federal a Îraqê mafên Herêma Kurdistanê biparêze û ji Bexdayê bixwaze ku nakokiyê bi rêya diyaloga bi Hewlêrê re û bi awayekî aştiyane çareser bike.
Bihêzbûna zêdetir a Îranê ya li Îraqê dawîn tişt e ku divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê alîkariya pêkhatina wê bike.”



