Hewlêr (Rûdaw) - Kesayetî û rûspiyê Eşîra Şêxan Şêx Mihemed Moro ragihand ku li herêma Girê Spî derdora 48 gundên Kurdan ji ber şer û koçberiyê bêxwedî mane û xelkê wan nikare vegere ser mal û milkên xwe.
Şêx Mihemed Moro ku bû mêvanê Bultena Rojava ya Rûdawê diyar kir ku ew kesên niha li Girê Spî rê li ber vegera Kurdan digirin ne cîranên berê ne, belkî hawirde û çekdarên komên Emşat û Hemzat in.
Şêx Mihemed Moro di bultena ku tê de rewşa Kobaniyê, gundên rojhilatê wê û dosyeya vegera xelkê Girê Spî û gundên di navbera Kobanî û Girê Spî de hatin gotûbêjkirin, behsa sedemên têkçûna pêwendiyên civakî, astengiyên li pêşiya koçberan û çareseriyên pêwîst jî kir.
Rewşa Girê Spî û astengkirina vegerê
Şêx Mihemed Moro di destpêka axaftina xwe de got ku şerê Sûriyeyê bandoreke mezin li ser Kobanî û bi taybetî gundên wê yên rojhilat hiştiye.
Wî bi bîr anî ku sala 2019an Kurdên Girê Spî û gundên di navbera Girê Spî û Kobaniyê de ji warên xwe hatine derxistin.
Moro rewşa van gundan û yên nêzîkî Girê Spî wekî "pir xerab" bi nav kir û da zanîn ku li herêma Girê Spî derdora 48 gundên Kurdan hene ku nêzîkî hev in lê ji ber şer û koçberiyê zêdetirî 12-14 sal in xelkê wan gundan ji mal û milkên xwe bêpar in.
Moro diyar kir ku beriya du mehan li ser bingeha peymaneke di navbera Rêvebiriya Xweser û Parêzgarê Reqayê de hewl hatiye dayîn ku xwediyên gundên Girê Spî vegerin ser mal û milkên xwe.
Wî eşkere kir ku dema ew kes çûne cem Birêvebirê Herêma Girê Spî, zilm û bêbextî li wan hatiye kirin, nêzîkî sed otomobîlên wan hatine şewitandin, ew li hundir hatine dorpêçkirin û hewla kuştina wan hatiye dayîn.
Li gorî gotina Moro, ji wê demê ve heta niha kesek nikarîbûye vegere û ne hikûmeta Sûriyeyê û ne jî Rêvebiriya Xweser tiştek ji bo wan nekiriye.
Rola rûspiyan beriya DAIŞê û piştî wê
Şêx Mihemed Moro bal kişand ser wê yekê ku beriya şer û koçberiyê pêwendiyên di navbera Kurd û Ereban de li herêmê pir xurt bûn.
Moro diyar kir ku berê Kurd û Ereb wekî birayan bûn, di navbera wan de zewac, bazirganî û cotkarî hebû û gundiyan serdana hev dikir.
Wî da zanîn ku nakokiyên ku derdiketin jî pir hêsan bûn, bi piranî li ser zeviyan bûn û ji aliyê rûspî û mezinên her du aliyan ve tavilê dihatin çareserkirin.
Moro sedema sereke ya têkçûna cîrantiya Kurd û Ereban bi hatina DAIŞê ve girê da û got ku DAIŞê di navbera her du gelan de fitne derxist, exlaq û wijdan di nav xelkê de nehîşt, bêhesab hem Ereb û hem jî Kurd kuştin û xelk koçber kir.
Her wiha amaje bi wê yekê kir ku rûspî û kesayetiyên biqîmet ên berê koça dawî kirine û kesên xwedî exlaq û bandor ên ku dikarin pirsgirêkan çareser bikin gelekî kêm mane.
Kî li Girê Spî rê li pêşiya vegerê digire?
Li ser pirsa gelo heta niha şandeyeke rûspiyên Kobaniyê bi rûspiyên Girê Spî re rûniştiye yan na, Moro got:
“Na, kes neçûye û rûneniştiye" û ti rêyeke guncav û ewle ji bo vegera Kurdan nehatiye vekirin.
Wî diyar kir ku ew kesên niha li Girê Spî ne û rê nadin xelk vegere ne cîranên berê ne, belkî kesên hawirde ne ku ji Sefîre, Heleb, Dêrezor, Deraa û Îdlibê hatine anîn.
Li gorî agahiyên ku xelkê herêmê gihandine wî, piraniya van hawirdeyên li Girê Spî çekdarên komên Emşat û Hemzatê ne.”
Moro da zanîn ku her çend hinek ji van çekdaran hêdî hêdî ji Serê Kaniyê derketibin jî hîn ji Girê Spî derneketine û xelkê resen ê Ereb ê herêmê jî li wir pir kêm maye.
Bangawaziya çareseriyê û rewşa dijwar a xelkê
Şêx Mihemed Moro ji bo ku xelk bikaribe vegere ser mal û milkên xwe û dawî li vê rewşa dijwar bê, pêwîstiya dan û standinan anî zimên.
Moro got ku di asta Sûriyeyê de pêwîst e Şêwirmendê Serokatiya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer bi hev re rûnin û li ser çareseriyekê li hev bikin.
Wî diyar kir ku Kurdên li wir jî beşek ji gelê Sûriyeyê ne, ne li dijî hikûmetê ne û dixwazin di nav aştiyê de bijîn.
Moro her wiha bang li Nêçîrvan Barzanî kir ku pêwendiyên xwe yên bi Ehmed Şer re ji bo alîkariya wan bi kar bîne.
Rûspiyê Eşîra Şêxan axaftina xwe arasteyî Serok Mesûd Barzanî jî kir û got: “Em hemû serbazên Serok Barzanî ne.”
Moro destnîşan kir ku xelk di tengasiyeke mezin de ye, pirsgirêkên ziman û xwendinê hene û di van şertên zivistanê de di malên xelkê hejar de bermîlek mazot jî nîne ku xwe pê germ bikin.
Eşîra Şêxan û gotinên dawî
Şêx Mihemed Moro di dawiya axaftina xwe de li ser dîrok û belavbûna Eşîra Şêxan agahî dan û got ku eslê Eşîra Şêxan ji Geliyê Şêxan ê Kurdistanê ye û ji wir belav bûye.
Wî diyar kir ku Şêxanên li Bakurê Kurdistanê bi piranî ji Kobaniyê ne û li Sûriyeyê jî Eşîra Şêxan eşîreke mezin e û li Kobanî, Efrîn, Şam, Hema, Hims û Cisr Şixûrê belav bûne.
Li gorî gotina wî, bi tenê li herêma Cisr Şixûrê 35 gundên Eşîra Şêxan hene.
Di gotinên xwe yên dawî de Şêx Mihemed Moro peyameke neteweyî da û tekez kir ku Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li ser doza Kerkûk û Şingalê yekdeng in û xwest ku Madeya 140î bi rêya qanûnî û destûrî bê bicihanîn.


