Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragihand ku desthilata navendî ya Îraqê ji bo jiholêrakirina statuya federal a Herêma Kurdistanê di nav amadehiyên leşkerî de ye û banga yekîtiya neteweyî kir.
Buroya Ragihandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) îro (27ê Çiriya Paşîn a 2026an) li ser gefên li hemberî Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
PWKyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di du salên dawî de êrişên li dijî gelê Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê bi piştgiriya hinek hêzên herêmî û navneteweyî gihîştine asteke gelekî metirsîdar.
PWKyê destnîşan kir ku piştî bûyer û pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê, îro Başûrê Kurdistanê rûbirûyî rewşeke metirsîdartir bûye.
“Bexda di nav amadehiyên leşkerî de ye”
PWKyê da zanîn ku desthilata navendî ya Îraqê bi hincetên serwerî, ewlehiya petrolê, gumrik, sînor û desthilatdariya federal tevdigere û got:
“Desthilata Navendî ya Îraqê ji bo ku hebûna federal a Başûrê Kurdistanê û destkeftiyên miletê Kurd ên li vî parçeyî tasfiye bike, di nav amadehî û amadebaşiyeke leşkerî de ye.”
Li gorî daxuyaniyê, ev hewldanên leşkerî yên li hemberî statuya federal a Başûrê Kurdistanê li dijî Destûra Îraqê û hiqûqa navneteweyî ne.
PWKyê bi bîr xist ku statuya Herêma Kurdistanê hem di destûrê de û hem jî di qada navneteweyî de hatiye naskirin.
PWKyê destnîşan kir ku Bexda bi xwe xalên destûrê û di serî de jî Madeya 140î pêk nayîne.
Li gorî daxuyaniyê, Bexda peymanên ku bi birêvebiriya Herêma Kurdistanê re îmze kirine bin pê dike û tim astengan derdixe pêşiya çareseriya pirsgirêkan.
Bandora Îranê û rewşa navxwe ya Îraqê
PWKyê di daxuyaniyê de qala rewşa ewlehî û siyasî ya Îraqê kir û ragihand ku li Îraqê hikûmeteke ku ewlehiya xelkê û pergala giştî dabîn bike nîne.
PWKyê amaje bi hebûna Heşdî Şebiyê û gelek hêzên çekdar ên derveyî kontrola dewletê kir.
Her wiha hat diyarkirin ku bertîl, gendelî, qaçaxçîtiya petrolê, bêhiqûqî û hejarî pirsgirêkên bingehîn ên Îraqê ne.
PWKyê li ser bandora Îranê jî got:
“Li Îraqê ev demeke dirêj e ku Îran xwedî bandoreke mezin e. Çavkaniyên siyasî û aborî ji bo berjewendiyên Îranê yên herêmî tên bikaranîn û birêvebiriya Îraqê di bin bandora Tehranê de tevdigere.”
“Metirsî li ser paşeroja hemû Kurdan e”
PWKyê bal kişand ser pêvajoya li Tirkiyeyê ya bi navê “Tirkiyeya Bêteror û Herêma Bêteror” û got ku di vê çarçoveyê de li Bakur û Rojavayê Kurdistanê siyasetên entegrasyonê gav bi gav tên meşandin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heman xeterî îro li ser Başûrê Kurdistanê jî heye da ku destkeftiyên siyasî, îdarî û dezgehî yên Kurdan bên tasfiyekirin.
PWKyê tekez kir ku bûyerên li her çar parçeyên Kurdistanê ji hev nayên veqetandin û wiha pê de çû:
“Ne rast e ku em van gef û tehdîdên li dijî Başûrê Kurdistanê tenê wekî pirsgirêka vî parçeyê Kurdistanê bibînin. Her êrişa li dijî statu û destkeftiyên Başûrê Kurdistanê rasterast pêwendiya xwe bi paşeroj û destkeftiyên neteweyî yên miletê Kurd ê li parçeyên din re jî heye.”
Banga yekîtiyê û piştgiriya ji bo Pêşmergeyan
PWKyê bi bîr anî ku Başûrê Kurdistanê bi fedakariya bi sed hezaran kesan hatiye bidestxistin û welatê hevbeş ê hemû pêkhateyên etnîkî û olî ye ku di nav aramiyê de dijîn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku parastina Başûrê Kurdistanê erkê neteweyî yê hemû Kurdan e.
PWKyê bangî partî, rêxistin, rewşenbîr û saziyên sivîl ên her çar parçeyan kir ku berjewendiyên teng ên partîtiyê deynin aliyekî û bi hişmendiya yekîtiya neteweyî tevbigerin.
PWKyê helwesta neteweyî ya di Komkujiya Helebceyê (1988), derbasbûna Pêşmergeyan a ji bo Kobaniyê (2015), Referandûma Serxwebûnê (2017) û parastina Rojavayê Kurdistanê bi bîr anî.
Partiyê xwest ku îro jî li hemberî gefan bi heman ruhê neteweyî tevbigerin.
PWKyê baweriya xwe anî zimên ku hêzên neteweyî dê bi hev re tevbigerin û Pêşmergeyên qehreman dê xaka pîroz biparêzin û got, ”Em radigihînin ku em dê di her şert û mercan de piştgiriya wan bikin û li cem wan bin.”
Banga li civaka navneteweyî
PWKyê di dawiya daxuyaniyê de bangî Neteweyên Yekbûyî (NY), Amerîkayê, Yekîtiya Ewropayê (YE), dewletên demokratîk û raya giştî ya navneteweyî kir û wiha got:
“Li hemberî gef û êrişên li ser xaka Herêma Başûrê Kurdistanê û hewldanên ji bo jinavbirina destkeftiyên federal ên neteweyî yên miletê Kurd bêdeng nemînin û helwesteke eşkere û cidî nîşan bidin.”



