Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Birêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) rexne li dubendiya siyasî ya li Herêma Kurdistanê girt.
KNKyê bangî hemû hêzên siyasî, bi taybetî PDK û YNKyê kir ku nakokiyên xwe çareser bikin û bi hesta yekrêziya neteweyî statu û destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê biparêzin.
Konseya Birêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê îro li ser rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
KNKyê diyar kir ku ew bipêşketinên li herêmê û daxuyaniyên dawî yên Serokwezîrê Îraqê dişopînin û ragihand:
"Bipêşketinên ku derketine holê nîşan didin ku hewlek heye da ku desthilatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê birêvebirina petrol, samanên xwezayî, dahata navxwe û deriyên sînor de werin sînordarkirin û kêmkirin."
Mafên destûrî û darayî
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku hêz û mayîndebûna demokrasiya dewleta federal a Îraqê bi rêzgirtina li îradeya gelan û parastina mafên destûrî yên hemû pêkhateyan ve girêdayî ye.
KNKyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî destkefteke dîrokî bi nav kir û got:
"Her hewla ji bo kêmkirina desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê yên li ser petrol û dahatan, li dijî prensîbên federalîzm û hevkariyê ye.
Ev hewl hevsengî, lihevkirin û baweriya di navbera Hewlêr û Bexdayê de qels dike."
Di daxuyaniyê de her wiha hat tekezkirin ku nabe para Herêma Kurdistanê ya di budceya giştî de, mûçe û mafên darayî yên karmend û welatiyên Kurdistanê bi nakokiyên siyasî ve bên girêdan.
KNKyê destnîşan kir ku divê ev maf wekî mafên bingehîn û destûrî bi awayekî adilane û berdewam werin garantîkirin.
Banga ji bo bicihanîna Madeya 140î û yekîtiyê
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ducare kir ku ji bo xurtkirina aramiya rasteqîn a li Îraqê, divê hemû madeyên Destûra Daîmî ya Îraqê û bi taybetî jî Maddeya 140î were bicihanîn.
KNKyê bi bîr anî ku ev yek ji bo asayîkirina rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê û dawîanîna li siyaseta guherîna demografîk û piştguhxistinê gelekî girîng e.
KNKyê her wiha bangî Serokkomar, Serokê Parlamentoyê, Serokwezîr û Hikûmeta Federal a Îraqê kir ku di çarçoveya destûrê de û bi rêya diyalogeke niştimanî ya dûrî guvaş û sepandina bi mafên herêmê re tevbigerin.
KNK çi ye?
KNK rêxistineke sîwanî ye ku partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ên her çar parçeyên Kurdistanê li hev kom dike.
Armanca sereke ya KNKyê bipêşxistina yekîtiya neteweyî ya di nav gelê Kurd de û temsîlkirina berjewendiyên wî ye.
Ev rêxistin 24ê Gulana 1999an di civîneke giştî de li bajarê Amsterdamê yê Holendayê hat damezirandin û navenda wê li Bruksela paytexta Belçîkayê ye.



