کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Îtalyayê re civiya: Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê di rojevê de bûn

RÛDAW

RÛDAW

26-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW26-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Şaxewan Ebdulah: PDK û YNK dê di dan û standinan de bibin xwedî yek helwestê
Kurdistan26-11-2026

Şaxewan Ebdulah: PDK û YNK dê di dan û standinan de bibin xwedî yek helwestê

KNKyê bangî partiyên Herêma Kurdistanê kir: Bibin yek!
Kurdistan26-11-2026

KNKyê bangî partiyên Herêma Kurdistanê kir: Bibin yek!

Îlham Ehmed bi biryarnameya Ehmed Şer bû parlamenter
Kurdistan26-11-2026

Îlham Ehmed bi biryarnameya Ehmed Şer bû parlamenter

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Îtalyayê yê Îraqê civiyan û rewşa Îraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û biryarên hikûmeta federal ên li ser Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekezî li ser çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan a bi rêya diyalog û têgihîştina li ser bingeha destûrê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (26ê Çiriya Paşîn) li Hewlêrê li gel Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Niccolo Fontana civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de "pêwendiyên Îtalyayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê, rewşa niha ya Îraqê, bi taybetî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û biryarên hikûmeta federal ên li ser Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin."

Pêwendiyên dualî û aramiya herêmê

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku di civînê de her du aliyan "bal kişand ser girîngiya bipêşxistina pêwendiyên Îtalyayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina hevkariya xwe ya hevbeş a di warên cuda de."

Her wiha her du aliyan "tekezî li ser çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên Hewlêr û Bexdayê ya bi diyalog û têgihîştina li ser bingeha destûrê kir."

Hat diyarkirin ku rewşa herêmê û pêşhatên wê yên dawî mijareke din a civînê bû ku Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê Herêma Kurdistanê Tommaso Sansone jî tê de amade bû.

Di wê çarçoveyê de "tekezî li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya li herêmê û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan hat kirin."

Pirsên