کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Îlham Ehmed / Wêne: Rûdaw

Îlham Ehmed / Wêne: Rûdaw

Kurdistan

Îlham Ehmed bi biryarnameya Ehmed Şer bû parlamenter

RÛDAW

RÛDAW

26-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW26-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Şaxewan Ebdulah: PDK û YNK dê di dan û standinan de bibin xwedî yek helwestê
Kurdistan26-11-2026

Şaxewan Ebdulah: PDK û YNK dê di dan û standinan de bibin xwedî yek helwestê

KNKyê bangî partiyên Herêma Kurdistanê kir: Bibin yek!
Kurdistan26-11-2026

KNKyê bangî partiyên Herêma Kurdistanê kir: Bibin yek!

Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Îtalyayê re civiya: Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê di rojevê de bûn
Kurdistan26-11-2026

Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Îtalyayê re civiya: Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê di rojevê de bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer bi biryarnameyeke fermî, siyasetmedara Kurd Îlham Henan Ehmed wekî parlamentera Sûriyeyê destnîşan kir.

Li gorî biryarnameya hejmar 200î ya sala 2026an ku bi îmzeya Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer li Şamê derketiye û dîroka 5ê Çiriya Paşîna 2026an li ser e, biryara erkdarkirinê li ser bingeha biryarên Danezana Destûrî û biryarnameya hejmar 143yan a sala 2025an hatiye dayîn.

Di madeya yekem a biryarnameyê de hatiye diyarkirin ku Îlham Henan Ehmed wekî endama Parlamentoya Sûriyeyê hatiye erkdarkirin.

Bi vê biryara nû re hejmara endamên parlamentoya Sûriyeyê gihîşt 205 endaman.

Her wiha li gorî madeya duyem a biryarnameyê, ev biryar dê di Rojnameya Fermî ya Sûriyeyê de bê weşandin û ji bo bicihanînê dê ji aliyên pêwendîdar re bê şandin.

Îlham Ehmed kî ye?

Îlham Ehmed sala 1963yan li Efrînê ji dayîk bûye û yek ji siyasetmedarên herî diyar ên Rojavayê Kurdistanê ye.

Ew ji salên 1990î ve di nava xebatên siyasî û tevgera azadiya jinan de cih digire.

Îlham Ehmedê di salên borî de di gelek sazî û dezgehên sereke yên Rojavayê Kurdistanê de erkên bilind wergirtine, ji wan:

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve: Beriya erkdarkirina dawî, wekî Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Birêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitî û di pêvajoya dan û standinên li gel Şamê û aliyên navneteweyî de roleke sereke lîst.

Hevseroka Desteya Birêvebir a MSDyê: Di navbera salên 2018 û 2024an de serokatiya Desteya Birêvebir a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) kir û di wê demê de serdana gelek paytextên cîhanê yên wekî Washington, Parîs û Moskowayê kir.

Hevseroka MSDyê: Sala 2015an di damezirandina Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de cih girt û heta Tîrmeha 2018an hevseroka wê meclisê bû.

Endama Birêvebir a TEV-DEMê: Di destpêka şerê navxwe yê Sûriyeyê de yek ji damezirînerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Desteya Bilind a Kurd bû.

Îlham Ehmed di demên dawiyê de jî beşdarî civîn û dan û standinên taybet ên li gel hikûmeta Şamê dibû ku mijarên sereke yên wekî entegrasyona saziyan, mafên destûrî yên Kurdan û perwerdeya bi zimanê Kurdî tê de dihatin gotûbêjkirin.

Pirsên