Hewlêr (Rûdaw) - Cansu Ozdemîrê bi tundî rexne li hewldanên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî girtin ku dixwaze hemû deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê bixe bin kontrola xwe.
Berdevka Komîteya Siyaseta Derve ya Parlamentoya Almanyayê ya ji Fraksiyona Partiya Çep Cansu Ozdemîrê hişyarî da ku ev hewldan, pêngaveke ji bo destdanîna ser a gav bi gav a Herêma Kurdistanê ye.
Cansu Ozdemîrê li ser hesabê xwe yê Xê bal kişand ser rola dîrokî ya Kurdan û ragihand:
"Kurd li hemberî dîktatoriya Sedam Hisên rawestiyan, alîkarî da avakirina Îraqa federal û li dijî DAIŞê ew parast.
Niha jî Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî dixwaze hemû deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê bixe bin kontrola Bexdayê."
Berdevka Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Almanyayê ya Partiya Çep, gava Serokwezîrê Îraqê wekî "êrişa li ser mafê çarenivîsa Kurdan" bi nav kir û da zanîn:
"Ev yek hewldanek e ji bo ku gav bi gav dest deynin ser tevahiya Herêma Kurdistanê.
Bi vê pêngavê, Zeydî êrişî wî mafê çarenivîsê dike ku nifşên Kurdan bi qurbaniyeke mezin di rêya wê de şer kiriye."
Ofîsa Serokwezîrê Îraqê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku Bexda gavan diavêje da ku kontrola xwe li ser sînorên Herêma Kurdistanê yên bi welatên cîran re û li ser hinartina petrolê berfireh bike.
Ofîsê her wiha destnîşan kir ku ev gav "li gorî wî esasî ye ku serweriya niştimanî nayê dabeşkirin û parastina serweta Îraqê şerekî çarenûssaz e."



