کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

'Amerîkayê ji Zeydî re gotiye, nabe ku hêzê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar bîne'

RÛDAW

RÛDAW

25-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW25-11-2026

Nûçeyên Têkildar

DAIŞê li Hisîçayê êrişî xaleke Asayîşê kir: Kuştî û birîndar hene
Kurdistan25-11-2026

DAIŞê li Hisîçayê êrişî xaleke Asayîşê kir: Kuştî û birîndar hene

Mistefa Hîcrî: Rewşa Herêma Kurdistanê di bin gefeke mezin de ye
Kurdistan25-11-2026

Mistefa Hîcrî: Rewşa Herêma Kurdistanê di bin gefeke mezin de ye

Neteweyên Yekbûyî: Divê serkirdeyên Îraqê berpirsyariya xwe bi cih bînin
Kurdistan25-11-2026

Neteweyên Yekbûyî: Divê serkirdeyên Îraqê berpirsyariya xwe bi cih bînin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyên ku ketine destê Rûdawê, îro Tom Barrack û Mesrûr Barzanî bi telefonê axivîn û wan pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nirxandin.

Hat diyarkirin ku Amerîkiyan ji Serokwezîrê Îraqê re gotiye ku nabe hêzê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar bîne.

Nûçegihanê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ragihand ku Nûnerê Amerîkayê yê Îraq û Sûriyeyê Tom Barrack êvara îro bi telefonê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî axivî û pêşniyar kiriye ku pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Hişyariya Washingtonê ya ji bo Bexdayê

Piştî biryara Dadgeha Federal a ku biryarên Serokwezîrê Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê pesend kirin, rojnamegerê Rûdawê li gel berpirsên hikûmeta Îraqê axivî û plana nû ya Serokwezîrê Îraqê pirsî.

Hêvîdar Ehmed pirsî ka gelo ew dê wekî mînaka Curf el-Sexerê (Curf el-Nesr) demekê diyar bike ku bi hêz bikeve nav herêmê an plana wî çi ye.

Hêvîdar Ehmed li ser bersiva çavkaniyên xwe got:

"Zeydî gotiye ku divê kontrola petrol û enerjiya Herêma Kurdistanê ya li wan deverên di çarçoveya Madeya 140î de bikeve bin destê wan.

Çi bi parêzvanên sînor ên Herêma Kurdistanê be yan bi hêzên navxwe yên Herêma Kurdistanê be, eger ew çareser nekin ew dê bi xwe hêzê bi kar bînin."

Hêvîdar Ehmed li ser helwesta Amerîkayê jî anî zimên:

"Bi eşkereyî dibêjim Amerîkayê peyamek daye Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û bi zelalî jê re gotiye ku nabe hêz li dijî Herêma Kurdistanê bi kar bîne.

Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin û ev hişyarî bi eşkereyî ji Zeydî re hatiye gotin."

Nêzîkbûna PDK û YNKyê

Li gorî agahiyên rojnamegerê Rûdawê, Serokwezîrê Îraqê dê li gel balyozên welatan bicive, rewşê ji wan re şirove bike û planên xwe yên paşerojê jî bîne rojevê.

Hêvîdar Ehmed destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê doza neteweyekê ye û ne wekî Curf el-Sexerê ye.

Wî her wiha da zanîn ku ji ber vê rûdanê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) gelekî nêzîkî hev bûne.

Li gorî gotina Hêvîdar Ehmed, pêşniyarek heye ku şandeyeke siyasî û yasayî bi beşdariya PDK, YNK û aliyên din bi hev re ji bo civînê herin Bexdayê.

Ev gav dê di wê demê de were avêtin ku derfeteke guncav ji bo diyalog û çareserkirina pirsgirêkan çêbibe.

Piştgiriya Fransayê ya ji bo Herêma Kurdistanê

Nûçegihanê Rûdawê her wiha da zanîn ku ew li gel dîplomatên Fransayê jî axiviye û wan tekez kiriye ku di dema pêwîst de ew dê piştgiriyê bidin Herêma Kurdistanê.

Pirsên