Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê, 2 xwekujên DAIŞê êrişî xaleke Hêzên Asayîşê kir.
Çavkaniyeke ewlehiyê ya li Hisîçayê ji Rûdawê re ragihand ku êriş li ser xaleke Hêzên Asayîşê ya li taxa Mişêrfeyê pêk hatiye.
Li gorî agahiyên heman çavkaniyê, xwekujekî bi motorsîkletê êriş pêk aniye û xwekujê din jî li ber deriyê xalê xwe teqandiye.
Piştî bûyerê derdora cihê teqînê ji aliyê Hêzên Asayîşê ve hat dorpêçkirin.
Fermandarê Hêzên Asayîşê yê Hisîçayê Merwan Elî eşkere kir ku di êrişê de 2 kes hatine kuştin û 5 endamên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûne.


