کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Alaya PJAKê / Wêne: Arşîv

Alaya PJAKê / Wêne: Arşîv

Kurdistan

PJAK: Îranê bi 4 dronan êrişî çeperên me yên li Pêncwênê kir

RÛDAW

RÛDAW

25-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW25-11-2026

Nûçeyên Têkildar

DAIŞê li Hisîçayê êrişî xaleke Asayîşê kir: Kuştî û birîndar hene
Kurdistan25-11-2026

DAIŞê li Hisîçayê êrişî xaleke Asayîşê kir: Kuştî û birîndar hene

Mistefa Hîcrî: Rewşa Herêma Kurdistanê di bin gefeke mezin de ye
Kurdistan25-11-2026

Mistefa Hîcrî: Rewşa Herêma Kurdistanê di bin gefeke mezin de ye

'Amerîkayê ji Zeydî re gotiye, nabe ku hêzê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar bîne'
Kurdistan25-11-2026

'Amerîkayê ji Zeydî re gotiye, nabe ku hêzê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar bîne'

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku Îranê bi 4 dronan êrişî çeperên wan ên li li Pêncwêna parêzgeha Silêmaniyê kiriye.

Li gorî agahiyên ku rayedarekî ji navenda ragihandinê ya PJAKê îro dan Rûdawê, Îranê doh li rojhilatê parêzgeha Silêmaniyê çeperên Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) yên baskê çekdarî yê PJAKê bi 4 dronên kamîkaze kirin hedef.

Rayedarê PJAKê got, “Şeva sêşemê 4 dron li çeperên me yên li Pêncwêna parêzgeha Silêmaniyê ketin.”

Wî rayedarî da zanîn ku yek ji dronan li avahiyekê ketiye ku rêxistinê berê ew "vala kiribû" û di demên borî de "ji aliyê Tirkiyeyê ve jî hatibû lêdan."

Li gorî wî rayedarî, di êrişê de ti endamên partiyê birîndar nebûne.

Êrişên hevdem ên li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ev êriş heman rojê bi 3 êrişên cuda yên dronan re hevdem pêk hat ku li parêzgeha Hewlêrê 2 kampên sivîl ên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) kiribûn hedef.

Îran ji dawiya sibatê û destpêkirina şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de êrişên xwe yên li ser kamp û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yln li Herêma Kurdistanê didomîne.

Tevî peymanên agirbestê yên ku di dema pevçûnan de hatine kirin jî êriş didomin.

Li Merîwanê pevçûn

PJAK li gel baskê xwe yê çekdarî YRKyê li herêmên Rojhilatê Kurdistanê xwedî hebûneke bihêz e.

Şervanên PJAKê hefteyên dawî bi Artêşa Pasdaran a Îranê re ketin pevçûnan û hat ragihandin ku ji her du aliyan jî kuştî û birîndar hene.

Hinek dezgehên medyayê ragihandibû ku li başûrê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê pevçûn derketine û komeke çekdar bi ser baregeheke Pasdaran de girtiye û çend endamên wan kuştine.

Dema ku ev nûçe ji rayedarê PJAKê hat pirsîn, wî piştrast kir ku roja sêşemê li Biyakaraya li başûrê Merîwanê pevçûn derketiye lê got ku wan diyar nekiriye ka kîjan koma çekdar tevlî bûye.

Wî rayedarî ji Rûdawê re got, "Heta niha ti agahî negihîştine destê me ku yekîneyeke me tevlî wî şerî bûbe."

Li Serdeştê endamekî Pasdaran hat kuştin

Li gorî medyaya nêzîkî Pasdaran, roja duşemê di bûyereke din a li nêzîkî Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê de endamekî Pasdaran ê bi navê Arsalan Bahşî di pevçûna bi PJAKê re hat kuştin.

Kanaleke Telegramê ya nêzîkî PJAKê jî pevçûn piştrast kir û da zanîn ku yekîneya Bahşî di kuştina endamê wan ê bi navê Puyan Kerîmî (Dersim Bahar) de cih girtiye.

Tetbîqatên leşkerî yên li Rojhilatê Kurdistanê

Îran bi taybetî ji tevgera partiyên Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dilgiran dibe.

Ji ber vê yekê Pasdar li herêmên çiyayî yên herêmê tim tetbîqatên leşkerî li dar dixin.

Pasdaran duşema borî bi hinceta tetbîqata leşkerî, çûna sivîlan a Çiyayên Şahoyê yên li navçeya Rewanserê ya parêzgeha Kirmaşanê qedexe kir.

Tevî vê qedexeyê karwanekî leşkerî yê ku alavên giran hildigirtin jî sewqî herêmê kir.

Hefteya berî wê jî tetbîqatên bi heman rengî hatibûn kirin û Pasdaran çiyayên daristanî yên li nêzîkî hinek gundên bajarê Merîwanê topbaran kiribûn.

Nûçeyên Têkildar

DAIŞê li Hisîçayê êrişî xaleke Asayîşê kir: Kuştî û birîndar hene
Kurdistan25-11-2026

DAIŞê li Hisîçayê êrişî xaleke Asayîşê kir: Kuştî û birîndar hene

Mistefa Hîcrî: Rewşa Herêma Kurdistanê di bin gefeke mezin de ye
Kurdistan25-11-2026

Mistefa Hîcrî: Rewşa Herêma Kurdistanê di bin gefeke mezin de ye

'Amerîkayê ji Zeydî re gotiye, nabe ku hêzê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar bîne'
Kurdistan25-11-2026

'Amerîkayê ji Zeydî re gotiye, nabe ku hêzê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar bîne'

Pirsên