Hewlêr (Rûdaw) - Meteorolojiya Tirkiyeyê ji bo piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê û hinek herêmên Tirkiyeyê hişyariya barana gur, berf û bayê bihêz da.
Li gorî pêşbîniyan, li parêzgehên Amed, Êlih, Sêrt, Çewlîg, Agirî, Îdir, Wan, Colemêrg, Bedlîs û Şirnexê barana gur û li bilindahiyên ser 2 hezar metreyî jî berf dibare.
Hewa li seranserê welêt bi ewr e
Li gorî nirxandinên dawî yên Meteorolojiyê, hewa li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê bi ewr be.
Tê pêşbînîkirin ku li parêzgehên Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê jî li rojhilatê Deryaya Spî, rojhilatê Deryaya Reş, parêzgehên Qeyserî, Bartin, Amasya, Tokat û Orduyê û rojhilatê Samsûnê baran bibare.
Li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran gur e
Saziyê da zanîn ku baran dê li parêzgehên Amed, Êlih, Sêrt, Çewlîg, Agirî, Îdir, Wan, Colemêrg, Bedlîs û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê û li Rîze, Artvîn û navçeyên rojhilat ên Trabzonê yên Tirkiyeyê gur be.
Li bilindahiyên ser 2 hezar metreyî yên parêzgehên Wan, Colemêrg, Agirî, Îdir, Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê û deverên navxwe yên rojhilatê Deryaya Reş ên Tirkiyeyê jî dê baran û berf bi hev re yan jî tenê berf bibare.
Bayê bihêz û hişyariya lehiyê
Her wiha li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê û li peravên rojavayê Deryaya Reş ên Tirkiyeyê dê ji aliyê başûr ve bayekî bihêz rabe.
Pileyên germê li herêmên navîn û bakur ên Tirkiyeyê 3 heta 5 pileyan bilind dibin lê li herêmên din guhertineke berbiçav çênabe.
Meteorolojiyê bang li welatiyan kir ku li hemberî metirsiya lehî, rabûna avê, bayê bihêz û astengiyên di hat û çûnê de baldar û hişyar bin.
Ji bo 21 parêzgehan “koda zer” hat dayîn
Ji ber şert û mercên hewayê, ji bo 21 parêzgehan hişyariya bi “koda zer” hat dayîn.
Di lîsteyê de ev 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê cih digirin:
Amed, Êlih, Çewlîg, Dêrsim, Mûş, Erzirom, Erzingan, Erdexan, Mereş û Sêwaz.
Her wiha ev 11 parêzgehên Tirkiyeyê jî di lîsteyê de ne:
Artvîn, Gîresûn, Gumuşxane, Hatay, Ordu, Rîze, Samsûn, Tokat, Trabzon, Bayburt û Osmaniye.



