Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Komîteya Dayîna Welatîbûnê Ebdulrehman Ferho ji Tora Medyayî ya Rûdawê re pêşhatên dawî yên dosyeya dayîna nasnameya Sûriyeyê ya ji bo Kurdên mektûm eşkere kirin.
Ferho ragihand ku di qonaxa duyem a pêvajoyê de nêzîkî ji sedî 80yê hevdîtinên kesane bi dawî bûne.
Qonaxa yekem bi zêdetirî 13 hezar daxwaznameyan qediya
Ebdulrehman Ferho da zanîn ku qonaxa yekem a tomarkirina Kurdên mektûm bi pêşkêşkirina zêdetirî 10 hezar daxwaznameyên kesane û zêdetirî 3 hezar daxwaznameyên malbatî yên ji bo wergirtina welatîbûna Sûriyeyê bi dawî bûye.
Komîteya taybet hevdîtinan bi rê ve dibe
Ferho her wiha diyar kir ku kar niha derbasî qonaxa duyem bûye û tê de bi her serlêderekî re cuda hevdîtin tên kirin.
Li gorî gotina wî, ev hevdîtin ji aliyê komîteyeke taybet ve bi rê ve tên birin ku ji dadwerekî, rîspiyekî û karmendekî birêvebiriya nifûsê pêk tê.
Birêvebirê Komîteya Dayîna Welatîbûnê eşkere kir ku karê temamkirina hevdîtinên mayî yên vê qonaxê hîn jî didome da ku piştî bidawîbûna wê, yekser derbasî qonaxên sêyem û çarem bibin.
Sedema derneketina hinek navan
Li ser navên ku heta niha di lîsteyan de derneketine jî, Ferho destnîşan kir ku sedema vê yekê kêmasiya di belgeyên fermî yên wan kesan de ye.
Wî da zanîn ku karê temamkirina wan kêmasiyan didome.



