Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîner û nivîskarê ji Cizîra Botanê Abdullah Yaşin nerazîbûn li hemberî projeya Kadooglu Holdingê ya li cihê Mizgefta Mîrekan nîşan da û got, “Cihê gorên mîrên Botanê bûye destavxane.”
Mizgefta Mîrekan a dîrokî ya li Cizîra Botan bi temamî tê hilweşandin û li şûna wê bi navê “Kulliyeya Cemal Kadooglu” projeyeke nû tê avakirin.
Li gorî agahiyan, Kadooglu Holdingê dest avêtiye vê projeyê û plan dike ku li wê derê di bin navê “Kulliyeya Cemal Kadooglu” de mizgefteke nû, kurseke Quranê û maleke şînê ava bike.
Ev mizgeft mîraseke girîng a Mîrektiya Botanê ye û berê gorên 14 Mîrên Kurd li kêleka wê bûn ku sala 1970yî ji bo firehkirina hewşê ber bi qeraxa Çemê Dîcleyê ve hatibûn veguhastin.
Li gorî protokola di navbera Kadooglu Holdingê û Birêvebiriya Weqfan de, di projeya nû de ne navê resen ê “Mizgefta Mîrekan” tê parastin û ne jî tirbeyên Mîran tên avakirin.
Ev yek jî metirsiya windabûna bîra dîrokî ya Cizîrê tîne rojevê.
Lêkolîner û nivîskarê ji Cizîra Botan Abdullah Yaşin bû mêhvanê Hêvîdar Zanayê û li ser Mizgefta Mîrekan agahî û zanînên xwe bi Rûdawê re parve kirin.
Dîroka mizgeftê û veguhastina gorên mîran
Abdullah Yaşin li ser pirsa Hêvîdar Zanayê ya têkildarî rastiya vê projeyê wiha got:
“Di destpêkê de ez dixwazim çi hatiye serê mizgeftê wê bînim zimên, ew girîngtir e. Ev mizgeft di sedsala 13an de Mîrê Cizîrê Mîr Bedreddînê kurê Îsayê Mîr Mecdeddîn çêkiriye.
Mixabin sala 1935an qaymeqamekî xwest kolanên Cizîrê bike cade, ev mizgeft xera kir û aliyê başûr û aliyê rojavayê wê nêzîkî 6-7 metreyan biçûk kir.
12 mîr di hewşa mizgeftê de li aliyê bakurrojhilatê veşartî bûn. Di odeyekê de jî 2 mîr hebûn ku yek ji wan Mîr Mihemedê Nêçîrvan bû.
Mizgeft bi hinceta ku mînareyekê çêbikin tevî mela û mirovên wê demê munderis (wêran) bû.
12 mîr û 24 kêlên wan bi traktorekê ve birin, ez li pey ketim, wan ew birin ber Çemê Dîcleyê û di nava avê de veşartin. Ev ji min re bû dilgiraniyeke mezin.”
“Cihê gora wan bûye destavxane”
Abdullah Yaşin diyar kir ku wî ji gelek rayedaran re gotiye divê ew mîrên xwe ji wê derê rizgar bikin û wiha pê de çû:
“Mixabin niha li wê derê park çêbûye û çîmento avêtine ser wan ku eger ne bi amûrên lazerê be cihên wan nayên kifşkirin.
Min ji Parêzgarê Şirnexê Birêz Birol Ekîncî re got eger mimkin be em van mîrên xwe derxînin çimkî cihê gora wan îro bûye destavxane.
Heman tişt min ji Qaymeqamê Cizîrê Birêz Ahmet Vezîr Baycar re jî got û wî jî ev derxistina wan qebûl kir.
Di demeke wisa de malbata Kadoogluyan xwest li cihê Mizgefta Mîran kulliyeyekê çêbike.”
“Projeya malbata Kadoogluyan nayê qebûlkirin”
Yaşin li ser pirsa Hêvîdar Zanayê ya ku malbata Kadoogluyan çawa qebûl kiriye cihekî wisa dîrokî ku ew qasî gorên mîrekan tê de ne biguherîne û li ser navê malbata xwe projeyekê çêbike wiha bersiv da:
“Min ji qaymeqam re got eger hûn bixwazin ez dê cihê wan nîşanî we bikim da ku mîrên me ji wir derxin û bînin vê derê.
Rektorê berê yê Zanîngeha Şirnexê Abdurrahîm Alkiş jî hatibû û 20-25 zilam jî bi wan re hebûn.
Min ew birin ber cihê gorên wan û min got ez bi tekezî nikarim bibêjim ev der gora wan e ji ber ku park lê hatiye çêkirin lê di nava van 100 metrekareyan de ne.
Min got eger mimkin be em wan ji vir derxînin, wan jî got em dê derxînin.
Min ji qaymeqam û rektor re got divê em li ser wan jî qubeyan çêbikin û cihê destavxaneyê jî di nava hewşê de be da ku pîsîtî bi aliyê wan ve neçe.
Her wiha min got projeya malbata Kadooglu jî nayê qebûlkirin. Eger bibe, bi xêra xwe mizgeftê ji nû ve çêbike em dê dîsa navê wê bikin Mizgefta Mîrekan û li ser binivîsin ev mizgeft sala 2027an Cemal Kadooglu ava kiriye.”
“Niha jî gora 2 mîran li wê derê heye”
Abdullah Yaşin li ser pirsa ku çima rûspiyên bajêr, bîrewer û kesên navdar însiyatîfek çênekiriye û li dijî vê projeyê derneketine wiha pê de çû:
“Her kes niha dilgiran e û bi qanûnî ev tiştê ku ew dikin xelet e.
Çimkî ew der cihekî dîrokî ye û niha jî gora 2 mîran li wê derê heye.
Mîr Mihemedê Nêçîrvan û yekî din jî li ber e lê ji ber ku kêlên wî şikestine navê wî nediyar e.
Lazim e navê vî cihî neyê guhertin û em li ser vê yekê disekinin.
Di van rojên dawî de çi diqewime niha agahiyên min li ser tunin.”
“Divê odeya bazirganiyê û baro li ser bisekinin”
Yaşin li ser pirsa ka gelo ti doz nehatine vekirin an jî kesekî gilî nekiriye wiha bersiv da:
“Min nebihîstiye. Ev karê odeya bazirganiyê ye, divê ew li ser bisekinin an jî yê baroyan e.
Min ji wan re jî got eger di danîna navê xwe de bi israr bin bila bikin, an na Cizîrî dikarin vê mizgeftê wekî berê ava bikin.”


