Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Balyozê nû yê Fransayê yê Îraqê Aleksander Garcia pêşwazî kir.
Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de pîrozbahiya destbikarbûna wî kir û hêviya serkeftinê ji wî re xwest.
Her wiha hemû piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wî nîşan da.
“Gelê Kurdistanê dostaniya Fransayê ti carî ji bîr nake”
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku gelê Kurdistanê helwest û dostaniya dilsoz a Fransayê ya bi taybetî di demên dijwar de ti carî ji bîr nake.
Li ser vê yekê Nêçîrvan Barzanî pesnê rol û hewldanên Serokê Fransayê Emmanuel Macron ên di pêşxistina têkiliyên Fransayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê de da.
“Aramiya Herêma Kurdistanê ji bo Ewropayê gelekî girîng e”
Ji aliyê xwe ve, Balyozê Fransayê kêfxweşiya xwe ya bi destbikarbûnê û daxwaza welatê xwe ya ji bo xurtkirina têkilî û hevkariyê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê anî zimên.
Wî her wiha tekez kir ku aramiya Herêma Kurdistanê ji bo Fransa û welatên Yekîtiya Ewropayê xwedî girîngiyeke mezin e.
Mijarên din ên hevdîtinê
Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, têkiliyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên li gel welatên cîran û rûdanên dawî yên herêmê mijarên din ên hevdîtinê bûn.
Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Emmanuel Mignot jî di hevdîtinê de amade bû.



.webp&w=3840&q=75)