Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Qilaban û Silopiyayê yên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di du qezayan de 2 karkeran mirin.
Qezaya yekem li navçeya Qilabanê li nêzîkî Pira Xabûr-2yê çêbû.
Li wir wesayîteke kar a ku ji bo xebatên çêkirina rê bi barhilgirekê dihat veguhastin qulibî.
Di encama qulibîna wesayîta kar de karkerê bi navê Şerafettîn Katar di bin wesayîtê de ma û mir.
Kamyon wergeriya kendêr
Qezaya duyem jî li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê qewimî.
Li Qada Kanza Komirê ya Asfaltê û Santrala Termîkê ya Silopiyayê ku ji aliyê Koma Cînerê ve tê xebitandin, kamyoneke bi damper wergeriya kendêl.
Hat zanîn ku kamyon a şîrketa taşeron bûye. Di encama wergerîna kamyonê de karkerê 33 salî yê bi navê M. Y. mir.



.webp&w=3840&q=75)