Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê li ser desteserkirina hejmareke zêde ya endamên HEVBENDÎyê û Parêzer Hasan Dagtekîn daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Baroyê diyar kir ku midaxeleyên li hemberî azadiya birêxistinbûna siyasî û azadiya derbirînê bi ti awayî nayên qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku avakirina Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) û armancên di danezana wê de xwedî rêbazên aştiyane ne û ti hêmana tundiyê li xwe nagirin.
Baroyê bal kişand ser wê yekê ku parastina van armancan di çarçoveya azadiya derbirîn û birêxistinbûnê ya civaka demokratîk de ye.
Her wiha Baroya Amedê biryara sînordarkirina hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 24 demjimêran rexne kir û anî zimên ku ev biryar mafê parastinê û mafê darizandina adil binpê dike.
Baroyê ragihand ku ew dê pêvajoya lêpirsînê û rewşa kesên ku hatine desteserkirin ji nêzîk ve bişopînin.
Daxuyaniya Baroya Amedê wiha ye:
"Midaxeleyên li hemberî azadiya birêxistinbûna siyasî û azadiya derbirînê nayên qebûlkirin
Piştî ku partî û tevgerên siyasî yên Kurd 7ê Çiriya Paşîn a 2026an li Amedê hatin ba hev û bi navê Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) yekîtiyeke siyasî ava kir, 17ê Çiriya Paşîn a 2026an di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, hejmareke zêde ya siyasetmedar û birêvebirên partiyên siyasî ku di nav wan de hevpîşeyê me yê qeydkirî yê baroyê Parêzer Hasan Dagtekîn jî heye hatin desteserkirin.
Eşkerebûna armancên di danezana damezirandina HEVBENDÎyê de ku ti hêmana tundiyê li xwe nagire û parastina wan a bi rêyên aştiyane, divê di çarçoveya azadiya derbirîn û birêxistinbûnê de bê nirxandin ku ew ji hêmanên bingehîn ên pergala civaka demokratîk in.
Li gorî agahiyên heyî, ev lêpirsîn di çarçoveya tawana 'Têkdana yekîtiya dewletê û yekparçeyiya welêt' a li gorî Madeya 302yan a Yasaya Cezayê ya Tirk tê birêvebirin û biryar hatiye dayîn ku mafê hevdîtina bi parêzerên wan re ya kesên hatine desteserkirin ji bo 24 demjimêran were sînordarkirin.
Yek ji hêmanên bingehîn ên pergala civaka demokratîk ew e ku ramanên cuda yên siyasî bi awayekî azad bên derbirîn, bêne birêxistinkirin û bi rêyên demokratîk beşdarî jiyana siyasî bibin.
Madeyên 26 û 33yan ên Destûra Bingehîn û her wiha Madeyên 10 û 11an ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê azadiya derbirîn û birêxistinbûnê mîsoger dikin.
Ev garantî ne tenê nêrînên ku ji aliyê piraniya civakê ve tên pejirandin, di heman demê de ramanên siyasî yên cuda, mixalif û rexnegir jî li xwe digirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de sînordarkirina mafê hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 24 demjimêran midaxeleyeke cidî ye li hemberî mafê parastinê û mafê darizandina adil.
Her çend Madeya 154/2yan a Yasaya Dadweriya Cezayê ji bo hinek tawanên diyarkirî li ser daxwaza dozgerê komarê bi biryara dadwer rê dide sînordarkirineke bi vî rengî jî, bikaranîna vê desthilatê li gorî mercên bûyera şênber ji hincetên hiqûqî û ji çavdêriya pîvandariyê ne serbixwe ye.
Mafê sûdwergirtina ji alîkariya parêzer ne tenê garantiya rêbazeke sivik e, belkî yek ji garantiyên bingehîn e ji bo parastina mafê azadî û ewlehiya kesî, mafê darizandina adil û qedexekirina şkence û miameleya xerab.
Ji ber vê yekê, divê taybetmendiya awarte ya sînordarkirinên li ser mafê hevdîtina bi parêzer re li ber çavan bê girtin û ji wan kiryaran bê bidûrketin ku mafê parastinê bêbandor dikin.
Desteserkirina hevpîşeyê me yê qeydkirî yê baroya me Parêzer Hasan Dagtekîn jî ji aliyê azadiya derbirîn û birêxistinkirinê ya parêzeran û serxwebûna pîşeyî ve bi hestiyarî tê şopandin.
Parêzer li gel xebatên xwe yên pîşeyî, wekî welatiyekî xwedî mafê eşkerekirina ramanên xwe yên siyasî û beşdariya di çalakiyên demokratîk de ne.
Ji ber bikaranîna van mafan, rûbirûhiştina parêzeran a bi pêkanînên zext û çavtirsandinê re, li dijî pêwîstiya dewleta hiqûqê ya demokratîk û parastina serbixwe ye.
Em wekî Baroya Amedê ji raya giştî re radigihînin ku, li gel berdewamkirina têkoşîna me ya hiqûqî ya ji bo parastina azadiya ramanê, mafê beşdariya siyasî ya demokratîk, azadiya birêxistinbûnê û mafê parastinê, em dê rewşa kesên hatine binçavkirin, bi taybetî ya hevpîşeyê me Prz. Hasan DAĞTEKİN û pêvajoya lêpirsînê li gorî xalên 76 û 95an ên Yasaya Parêzeriyê ya bi hejmara 1136an ji nêz ve bişopînin.
BAROYA AMEDÊ"
.webp&w=3840&q=75)


