Hewlêr (Rûdaw) - Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk di salvegera 66an a şewata Sînemaya Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di wê karesata 13ê Çiriya Paşîn a 1960î de 283 zarokên Kurd di nav agir de canê xwe ji dest da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komkujiya Sînemaya Amûdê di bîra hevpar a gelê Kurd de hîn jî zindî ye û ev bûyer di dîroka Kurdistanê de yek ji wan komkujiyên herî giran e ku rasterast zarok hatine armancgirtin.
“Encama polîtîkayên rejîma Beasê bû”
Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk da zanîn ku ev komkujî encama polîtîkayên asîmîlasyon, koçberkirin û qirkirinê yên rejîma Beasê bû ku li dijî Kurdan dimeşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tevî kapasîteya sînemayê tenê 200 kes bû jî 500 xwendekarên dibistana seretayî biribûn salona sînemayê.
Her wiha hat gotin ku piştî derketina agir leşkeran deriyên sînemayê girtine û nehiştine zarok bên rizgarkirin.
însiyatîfê diyar kir ku armanca desthilatê tirsandina gelê Kurd bûye û tevî derbasbûna bi dehan salan jî derbarê vê komkujiyê lêpirsîneke adil nehatiye kirin û tawanbar nehatine cezakirin.
“Li seranserê Kurdistanê êş yek e”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û yên li dîasporayê ji bo ku bûyerên bi vî rengî ducare nebin xwedî li Rojavayê Kurdistanê derdikevin.
Hat gotin ku êşên Helebce, Roboskî, Amûdê û Cizîrê di bîra hevpar a miletê Kurd de ne û sedemên li pişt komkujiyên sedsala dawî dişibin hev.
Însiyatîfê bangî gelê Kurd û hemû gelên li Kurdistanê kir ku yekîtiya xwe ya demokratîk ava bikin, piştevaniyê xurt bikin û pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.
Banga ji bo desthilata Şamê
Însiyatîfê bal kişand ser serdema nû ya li Sûriyeyê jî û girîngiya lihevkirin û hevkariya navbera gelan anî zimên.
Di daxuyaniyê de hat angaştkirin ku hinek komên nijadperest dixwazin êrişî taxên Kurdan bikin û rê li ber vegera Kurdên koçberbûyî bigirin. Ji ber vê yekê bangî desthilata Şamê hat kirin ku rê li ber van êrişan bigire.
Însiyatîfê destnîşan kir ku divê mafên hemû gel û baweriyan di destûreke demokratîk de bên mîsogerkirin û ji bo avakirina jiyaneke aram li Sûriyeyê pêdivî bi rûbirûbûneke rasteqîn a bi dîrokê re heye.
Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk di dawiya daxuyaniya xwe de ew zarokên ku di Komkujiya Sînemaya Amûdê de mirine bi rêzdarî bi bîr anîn û kiryarên komkujiyê şermezar kirin.
Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk
Însiyatîf 11ê Gulanê 2025an li Amedê ji aliyê partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr û pêşengên civakî ve hat avakirin.
Armanca sereke ya vê însiyatîfê ew e ku di navbera aliyên Kurd de pêwendiyek û xebateke hevpar ava bike, piştevaniya yekîtiya neteweyî bike, li dijî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê bisekine û ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî û demokratîk li ser zemîneke sivîl û neteweyî tevbigere.
Însiyatîf li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatên xwe dimeşîne..
.jpg&w=3840&q=75)


