Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku nakokiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de di 30 salên borî de bi awayekî saziyî nehatine çareserkirin.
Talebanî diyar kir ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan pêdivî bi modelek nû ya birêvebirin û dabeşkirina desthilatan heye.
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di paneleke "Foruma Stratejîk a Silêmaniyê" de axavtinek kir.
Qubad Talebanî amaje bi wê yekê kir ku cihê şermê ye ku piştî 30 salî li ser Peymana Aştiyê ya Washingtonê, hîn jî pirsgirêkên navbera PDK û YNKyê bi awayekî ku bipêşketineke mayînde pêk bîne nehatine çareserkirin.
Talebanî piştgiriya xwe ji bo peyama Balyozê Amerîkayê Tom Barrack nîşan da ku daxwaz kiribû Kurd vê krîzê derbas bikin lê got:
"Derbaskirina vê krîzê tenê bi bişirîneke sexte û destdayîna min û hevtayên min çênabe.
Pêdiviya me bi modeleke birêvebirinê heye da ku desthilat ji bo parêzgehên Silêmanî, Helebce û îdareyên serbixwe werin veguhastin."
"Bexda pêşengiya stratejîk a YNKyê ye"
Qubad Talebanî li ser pirsa serdan û civînên Serokê YNKyê Bafil Talebanî yên li Bexdayê, ragihand ku serokê YNKyê li gorî Silêmaniyê bêtir dema xwe li Bexdayê derbas dike, ji ber ku YNKyê biryar daye "Bexda û Îraq pêşengiya me ya stratejîk in."
Alîkarê Serokwezîr her wiha got, "Baweriya me ew e ku Kurdistan tenê dema ku Îraq bihêz be dikare bihêz bibe.
Li gorî me nabe xweşguzeraniya Kurdistanê li ser hesabê Îraqeke lawaz be.
Ji ber vê yekê em her tim dixebitin da ku Serokkomarê Îraqê ji partiya me be."
Alozî û şerê Amerîka û Îranê
Qubad Talebanî di beşeke din a axaftina xwe de qala şerê di navbera Amerîka û Îranê de kir û got Amerîka, Îran û Îraq aştiyê dixwazin.
Lê Talebanî bal kişand ser rola aliyên din û got, "Di vê hevsnegiyê de tenê aktorek heye ku naxwaze aştî hebe.
Ew aktor hewl dide bandora xwe bi kar bîne da ku Amerîkayê neçarî şerekî bêdawî bike, ew jî welatek e ku bi tîpa 'I'yê dest pê dike."
Talebanî geşbîniya xwe anî zimên ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dikare bi Tehranê re peymanekê îmze bike.
Wî pêşniyar kir ku li şûna sînordarkirina guftûgoyan bi yek du xalan, dosyeya aboriyê bibe parçeyekî sereke yê dan û standinan û pê de çû:
"Di dirêjbûna nakokiya navbera Amerîka û Îranê de zererdîtiyê herî mezin Îraq e, di aştiyê de jî ya ku herî kar bike dîsa Îraq e."
Talebanî li ser rewşa navxweyî ya Îsraîlê û erkdarkirina Gadi Eisenkot a ji bo avakirina hikûmetê, hêvî kir ku hikûmeta nû ya Îsraîlê berê bûyeran ber bi aştiyê ve biguherîne.
Vekişîna leşkerên Amerîkayê û sermayedanîn
Qubad Talebanî derbarê qonaxa dawî ya vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Îraqê ya di dawiya meha îlonê de, nêrîna ku dibêje "Amerîkayî hatin derxistin" red kir û got:
"Ev yek pêkanîna peymaneke di navbera Îraq û Amerîkayê de bû ku dema wê temam bû."
Talebanî li ser anîna şirketên Amerîkayî û biyanî jî diyar kir ku Silêmanî û Kurdistan ne qada şer in, belkî Silêmanî ber bi wê ve diçe ku bibe navenda teknolojî û nûjeniyê li Îraqê.
Lê Talebanî mikur hat ku ji bo hatina şirketên cîhanî ya ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê, divê rêkarên îdarî hêsan bibin, şefafiyet zêde bibe û rê li ber gendeliyê were girtin.
Pêgeha erdnîgarî ya Kurdistanê
Qubad Talebanî li ser pêgeha jeopolîtîk a Kurdistanê ya li cîhanê, da zanîn ku Herêma Kurdistanê xwediyê cihekî cografî yê herî balkêş e û got:
"Eger beriya 10 salan we bipirsiya, min dê bigota cografyayê nifir li me kiriye û xwezika em giravek bûna li Deryaya Karayîbê yan jî cîranê Luksembûrgê bûna, lê îro ez gelekî spasdar im ku em li vê derê ne."
Alîkarê Serokwezîr her wiha destnîşan kir ku ji aliyekî ve welatekî bihêz ê wekî Tirkiyeyê û ji aliyekî din ve welatekî mezin ê wekî Îranê hene ku vebûna wan a aborî dikare tevahiya herêmê geş bike.
Talebanî anî zimên ku Kurd bi hezaran salan e li vê herêmê mane û dê bi hezaran salên din jî bimînin û bi henekî got:
"Ez hêvî dikim heta wê demê PDK û YNK jî pirsgirêkên xwe çareser bikin."


.jpg&w=3840&q=75)
