Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekara Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê Zîlan Deştî di dema merasîma derçûnê de ji ser hişê xwe çû û mir.
Xwendekar Zîlan Deştî 24 salî bû û li Zanîngeha Selahedînê xwendekara Beşa Jîngeh û Tenduristiyê bû.
Xizmên wê ji Rûdawê re ragihand ku ji zarokatiya xwe ve dilê wê qul bûye û nexweşiya dil pê re hebû.
Zîlan Deştî 12ê Çiriya Paşîna 2026an li Hewlêrê, di dema merasîm derçûnê de li Stadyuma Franso Herîrî ji hişê xwe çû û dema ku ew dibirin nexweşxaneyê mir.
Termê Zîlan Deştiyê dê îro li gundê Dêmekarê yê ser bi devera Bendiyanê ve were binaxkirin.
Merasîma şîna wê jî dê li Mizgefta Hacî Omer a li bajarê Hewlêrê bê danîn.



