Hewlêr (Rûdaw) - Baskê leşkerî yê PKKyê Hêzên Parastina Gel, nasnameyên 11 gerîlayên xwe yên ji Rojhilatê Kurdistanê eşkere kirin ku di dem û cihên cuda de canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê derbarê nasnameyên wan gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew her 11 gerîla ji bajarên Mehabad, Seqiz, Bane, Pîranşar, Bokan û Serdeştê yên Rojhilatê Kurdistanê ne.
HPGyê diyar kir ku ew gerîla di salên cuda de tevlî refên gerîlayan bûne û li herêmên cuda yên şer canê xwe ji dest daye.
Her wiha di daxuyaniyê de ji bo malbatên wan û gelê Kurd sersaxî hat xwestin.
Nasnameyên 11 gerîlayên HPGyê
Li gorî daxuyaniya HPGyê agahiyên derbarê nasnameyên wan bi vî rengî ne:
Bager Arbeba: Navê wî yê fermî Nadir Ezîzî ye, ji Baneyê ye û 19ê Kanûna Pêşîn a 2016an li Amedê canê xwe ji dest daye.
Ala Kurdistan: Navê wî yê fermî Mohsen Ezîzî ye, ji Seqizê ye û 12ê Adara 2010an li Qendîlê canê xwe ji dest daye.
Çiya Kurdistan: Navê wî yê fermî Beyazid Tabanî ye, ji Mehabadê ye û 3yê Kanûna Paşîn a 2012an li Qendîlê canê xwe ji dest daye.
Zinar Doga: Navê wî yê fermî Hêmin Hesenpûr e, ji Mehabadê ye û 27ê Nîsana 2019an li Xinêreyê canê xwe ji dest daye.
Xebat Çiya: Navê wî yê fermî Hadî Zerdî ye, ji Baneyê ye û 2yê Çiriya Pêşîn a 2018an li Avaşînê canê xwe ji dest daye.
Rêber Têkoşer: Navê wî yê fermî Mihemed Canî ye, ji Pîranşarê ye û 22yê Tîrmeha 2019an li Avaşînê canê xwe ji dest daye.
Xeyrî Tolhildan: Navê wî yê fermî Saman Tomanî ye, ji Mehabadê ye û 31ê Gulana 2022yan li Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Umîd Çiya Mahabad: Navê wî yê fermî Sadiq Fettahî ye, ji Mehabadê ye û 10ê Tîrmeha 2017an li Avaşînê canê xwe ji dest daye.
Pîrdogan Agirîn: Navê wî yê fermî Eyup Fevzî ye, ji Bokanê ye û 25ê Gulana 2020an li Xakurkê canê xwe ji dest daye.
Welat Şepul: Navê wî yê fermî Zekerya Resûlî ye, ji Serdeştê ye û 29ê Hezîrana 2024an li Qendîlê canê xwe ji dest daye.
Bahoz Saqiz: Navê wî yê fermî Danyar Nûrî ye, ji Seqizê ye û 1ê Sibata 2018an li Qendîlê canê xwe ji dest daye.



