Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand ku ew bi înîsyativa Serok Mesûd Barzanî de ji bo gotûbêj û civîna li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) amade ne.
Mehmûd Mihemed da zanîn ku armanca wan ew e ku pirsgirêk werin çareserkirin û dawî li krîza siyasî ya Herêma Kurdistanê were anîn.
"Em pişgiriyê didin înîsyatîva Serok Barzanî "
Berdevkê PDKyê Mehmûd Mihemed li ser peyama Serok Mesûd Barzanî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi amajeya peyama înîsyatîvê ya îro ya cenabê Serok Mesûd Barzanî ya derbarê rewşa siyasî û bi armanca derbaskirina xitimandina siyasî, em piştgiriyê didin peyama înîsyatîvê ya girîng a cenabê wî."
"Ji bo bidawîanîna krîza siyasî em amade ne"
Di daxuyaniyê de amadebûna PDKyê ya ji bo hevdîtina bi YNKyê re hat ragihandin û wiha hat gotin:
"Em wkî Partiya Demokrat a Kurdistanê, di ronahiya înîsyatîva cenabê Serok de amade ne ji bo gotûbêj û civîna li gel birayên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi mebesta çareserkirina pirsgirêkan û bidawîanîna krîza siyasî ya Herêma Kurdistanê."
Banga ji bo aliyên din ên siyasî
Berdevkê PDKyê her wiha destnîşan kir ku ew ji bo civînên li gel partiyên din ên Herêma Kurdistanê jî amade ne û got:
"Hevdem em ji bo sazkirina gotûbêj û civînên li gel aliyên siyasî yên din ên Herêma Kurdistanê jî amade ne da ku em bi hev re bibin bersiva daxwaz û îradeya hevniştimanên xwe û vê qonaxê di berjewendiya gel û niştimanê xwe de derbas bikin."



