Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî, ji bo koça dawî ya Erdalê kurê hunermendê navdar ê Kurd Brader Mûsikî (Hozan Brader) peyameke sersaxiyê belav kir.
Erdalê kurê Hozan Brader li bajarê Arnheimê yê Holendayê koça dawî kir.
"Ez xwe bi hevbeşê xema wan dizanim"
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe nîşan da û got:
“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan. Bi xemgîniyeke mezin, nûçeya koça dawî ya Erdalê kurê hunermendê ezîzê Kurd Brader Mûsikî gihîşt min."
Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de sersaxî ji malbatê re xwest û wiha pê de çû:
"Sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî hunermend Brader Mûsikî û malbat û mirovên wan dikim û ez xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ez ji Xwedayê Mezin dixwazim ku giyanê Xwedêjêrazî Erdal bi bihiştê şa bike û hedar û aramiyê bide bavê wî û malbata wan. Em ji Xweda hatin û em dê dîsa vegerin Xweda.”
Demeke dirêj bû nexweş bû
Erdalê kurê hunermendê navdar Hozan Brader endezyarê ITyê bû.
Ew demeke dirêj bû bi nexweşiya penceşêrê ketibû.
Erdal li nexweşxaneyeke Holendayê dihat tedawîkirin lê wî li hemberî nexweşiya bêderman li ber xwe neda û koça dawî kir.



